Dahnek xwarina Qesrê 99 hezar û 692 TL ye

STENBOL - Li Qesrê ji bo dahnek heqê xwarina parazvanên Serokê AKP'î Tayyîp Erdogan 99 hezar û 692 TL fatûre hat birîn. Xwarin ji şirketa malbata Şaredarê Stenbolê Kadîr Topbaş a Muhallebeciyê Qesrê hat xwestin.

Di fatûreyê xwarinê parazvanên Serokê AKP'î Tayyip Erdogan de derket holê ku tenê heqê dahnek xwarina qesrê 99 hezar û 692 TL ye. Li gorî fatûraya ji Şîrketa malbata Şaredarê Stenbolê Kadîr Topbaş a Muhallebiciyê Qesrê hat xwestin derket holê ku tenê heqê xwarina dahnekî 99 hezar û 692 TL hatye birîn. Fîşê fatûra bi hêjmara ID: 1004943 a ji Saray Muhallebicisî ya li Nişantaşiya Beşîktaşê hatiye birin, hesabê xwarina parazvanên Qesrê û Serokomar Erdogan 99 hezar 692 TL û 10 qiriş e. Li gorî fatûra ku di saet 17.15’ê û 22'ye Hezîrana 2017'an de hatiye birûn, ji bo 72 heb çîkolata yê 500 gram hezar û 800 TL pere hatiye dayîn. Hat zanîn ku ji çîkolatayê ku buhayê wî 300 TL ye, 43 hebe sparîş hatine xwestin. Disa çîkolataya taybet ku buhayê wî 700 TL ye, 20 heb sparîş hatiye xwestin. Ji çîkolataya buhayê wî 400 TL jî 112 heb hatine xwestin.

HEQÊ 35 ÇÎKOLATAYAN 4 HEZAR 375 TL YE

Di fatûreyê de hat dîtin ku ji bo çîkolatayên taybet ê buhaye wan 350 TL, 40 heb sparîş hatine dayîn. Ji 35 çîkolatayê bi çekmece jî 4 hezar û 375 TL pere hatiye razandin. Ji şirînahiya tulumba ye kîloya wê bi 30 TL ye jî 42 kîlo sparîş hatiye xwestin. Beqleweyê bi fistik jî kîloyek 650 gram spariş hatiye xwestin û 102.30 TL hesap hatiye razandin. Ji bo kîloyek 700 gram qedayifê 102 TL hatiye razandin. Şobiyetê kîloyla wê 65 TL ye, kîlok nîv hatiye xwestin û 97,5 TL pere hatiye razandin. Ji bo kîloyek 70 gram kuşgozu yê kîloya wê 70 TL yî bi giştî 119 TL pere hatiye razandin. Dîsa beqleweya ku kîloya wê 58 TL ye, ji bo 600 giramî 34 TL û 80 qiriş hatiye razandin. ji bo beqleweya fistik ê kîloya wê 62 TL ye, ji bo 600 giramî 37 TL, ji bo 500 giram dimisê tuyê jî 58 TL, ji bo 7 kîlo Gullacê jî 280 TL pere hatiye razandin. ji bo 10 kîlo beqleweyê bi fisteq, 670 TL, ji bo qedayîfê têl hezar û 690 TL. Ji bo kazandîbi 2 hezar û 200 TL pere hatiye razandin. Di fişa hêjmar ID: 1004943 de bi giştî 99 Hezar û 692 TL û 10 quriş pere hatiye tahsîlkirin.