DAÎŞ'ê berberê riha ciwanekî jê kir 4 rojan li ber dikanê girêdan

REQQA- Reqqa tax bi tax ji destê DAÎŞ'ê rizgar dibe. Taxa 6'emîn a Qedisiye jî ji destê DAÎŞ'ê xelas bû. Welatiyên 6 taxên hatin azadktirin, berî her tiştî çûn cem berberan û rihê xwe qusandin. Berberê Reqqayî diyar kir ku dema DAÎŞ'ê Reqqa dagir kiribû ji ber riha ciwanekÎ jê kir DAÎŞ'ê ew 4 rojan li ber deriyê dikanê girêda.


Hamleya Azadkirina Reqqa ya Xezeba Firatê ku di pêşen Hêzên Sûriyeya Demokratik (QSD) de hatiye destpêkirin berdewam dike. Heta niha di Cenga Mezin de 6 tax ji destê DAÎŞ'ê hatin azadkirin. Herî dawî taxa Qedisîye ji destê DAÎŞ'ê hat azadkirin. Welatiyên taxên ku şervanên QSD'ê ji destê DAÎŞ'ê azad kirin berî her tiştî berê xwe didin ser berperan û diçin riha xwe diqûsînin. Taxên ku ji destê DAÎŞ'ê hatin rizgarkirn hêdî hêdî welatî derdikevin kolanan û jiyana asayî dest pê dike. Welatiyên taxa Sebehîye ka ku di destpêkê de hat azadkirin berî her tiştî berê xwe dan ser berber. Esnafê Taxê Mihemed Seid ku berberiyê dike hefteyek berê deriyê dikana xwe ya berberiyê vekir û dest bi kar kir. Ewil şervanên QSD'ê çûn cem wî û ruh û porê xwe qusandin.

ŞOPA DAÎŞÊ DIQÛSÎNIN'

Berber Mihemed Seîd ku li ser rêya taxa Hewil Hewa û gundê Sebehîye dikan vekiriye, bala hemû ciwan û şervanên QSD'ê dikişîne. Muşteriyê berber ên ewil şervanên QSD'ê ne. Berber Mihemed Seid şeniyê Reqqayê ye. Wî jî di serdema dagirkeriya DAÎŞ'ê de neçar ma rihê dirêj bike. Seid, dema neçar ma rî berda wêne kişandin û piştî riha xwe jê kir wêneyên bi rih vedişêre. Ji ber Cejna Remezanê li dikana berber Seid dor çêdibe û ciwan ji bo rihê xwe biqusînin dikevin dorê. Seid, anî ziman ku piştî taxa wan ji DAÎŞ'ê hat azadkirin hefteyek berê deriyê dikana xwe ya berberiyê vekir û wiha got: "Ji ber Reqa di bin dagerkiriya DAÎŞ'ê de bû mêran nekarîbû rihê xwe jê kirin Piştî taxa Sebehîye ji DAÎŞ'ê hat rizgarkirin min dikan vekir û muşterî pir zêde ne. Her ku diçe hêjmara muşteriyan zêde dibe. DAÎŞ'ê porê mirovan jê dikir û riha wan dirêj dikir. Dixwest yek tîp mirov ava bikin. Di serdema dagirkeriya DAÎŞ'ê de ji ber min riha kesekî jê kir ceza li min birîn. Ez 4 rojan li ber deriyê dikanê girê dam. Berê 40 sîle li min dan. Piştre ez 4 rojan girê dam Gel tarza jiyana wan qebûl nedikir.

JIYANA NÛ BÊHNA ME ANÎ BER ME

Seid, anî ziman ku piştî tax ji destê DAÎŞ'ê azad bûn gel dîsa hat ser halê xwe û bêhna mirovan hat ber wan. Berber Seîd, anî ziman ku di navbera wan û şervanên QSD'ê de diyalogek baş heye û piştî QSD'ê tax ji DAÎŞ'ê rizgar kir hêdî hêdî bêhna welatiyan tê ber wan jiyana welatiyan dîsa vedigere aramiyê û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Hêdî hêdî aramî pêş dikev. Em coşa azadiyê dijîn. Hatina QSD’ê ji bo ge wekî bihiştê ye. Kesên ji tirsa DAÎŞ'ê riha xwe nediqusandin niha şopa DAÎŞ'ê dibirin û kêfxweş in."

Nazim Daştan - Dihaber