SAKARYA - Li Sakaryayê di hewzeke avjeniyê de ceryanê 5 kes kişandibû û bû sedema mirina wan. Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin û ceryanciyê bi navê Kemal Dursun hat girtin.
Li navçeya Akyazi ya Sakaryayê di 23'yê Hezîranê de 3 jê zarok, 5 kesan ji ber ceryanê di hewza avjeniyê de jiyana xwe ji dest dabûn. Hat gotin ku kesê bi navê Kemal Dursun temîra ceryana hewzê kiriye, ji ber mirina 5 kesan Dursun hat girtin. Dursun ê destpêkê hatibû binçavkirin, piştî îfadeyê serbest hatibû berdan. Li ser itiraza dozgeriyê Dursun dîha hat binçavkirin û di saetên şevê de hat girtin.
Li gorî lêkolînên dawî, derket holê ku beyî ku serî li şaredariyê bidin, ceryana hewzê hatiye temîrkirin. Derket holê ku lingên metalî bi tramplenên metalî yên di hewzê de bi hev ketine û ji ber vê ceryan tev li avê bûye û bûye sedema mirina welatiyan.