Li Xerpêtê leşkerek mir

XERPÊT - Li çoltara Yeşîlbelen a navçeya Depê ya Xerpêtê şer derket. Di şer de leşkerek mir û leşkerek jî birîndar bû.

Li çoltara Yeşîlbelen a navçeya Depê ya Xerpêtê di navbera leşkerên TSK'ê û endamên HPG'ê de şer derket. Di şerê serê sibê derket de leşkerek mir û leşkerek jî birîndar bû. Leşkerê birîndar rakirin nexweşxaneyê û leşkerê mir jî rakirin morgê.