Carek ji caran bi zimanê Erdogan Ehmedê Xanî

AGIRÎ - Qeyûmê Bazîdê duh Bîrdariya Ehmetê Xanî xera kir. Ehmedê Xanî ku demekê Serokê AKP'ê Erdogan di hilbijartinê de digot qedexeyên li ser berhemên Xanî di serdema wan dehatin rakirin û bi Xanî propaganda xwe ya hilbijartinê dikir. Lê niha di serdema Erdogan de peyker û bîrdariyên Xanî û rewşenbirên kurdan tên xerakirin.

Piştî AKP'ê di 24'ê Tîrmeha 2015'an de li dijî kurdan pêvajoyek da destpêkirin, gelek goristanên gundan hatin xerakirin û bajarên kurdan hatin rûxanin. Piştî hewldana darbeya 15'ê Tirmeha 2016'an jî OHAL hat îlankirin û Serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu, gotibû "Em dê bajarên herêmê paqij bikin" dest bi talankirin û wêrankirinê kiribûn. Piştî goristan û bajarên kurdan hatin xerakirin û qeyûm tayînî şaredariyên kurdan hatin kirin niha hemû nirx û destkeftiyên kurdan yek bi yek ji destê kurdan tên girtin û tên şikandi nû rûxandin. Hikûmeta AKP'ê di bin navê paqijkirinê de li aliyekî saziyên ku şaredariyên kurdan berê vekiribûn digirin, li aliyekî navê ku sembol û nirxên kurdan e radikin li aliyekî jî peykerên ku sembola têkoşîna kurdan in radikin. Herî dawî Qeyûmê Bazîde Ulaş Akhan, peykerê Xanî yê li parka Ehmedê Xanî ye rakirin. Qeyûma Qoserê herî dawî li Qaserê di 10'ê Hezîranê de Peykerê Ugur Kaymazê 12 salî yê ligel bavê xwe bi 13 guleyan hatibû kuştin rakiribûn. Qeyûman heta niha Peykerê Lamassus yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Peykerê Orhan Dogan ê li Cizîrê, Peykerê Roboskê yê Şaredariya Peyasê, Fîgurên Merwanî yên Şaredariya Yenîşehirê û Peykerê Ahmed Arif rakiribûn.

Balkêşe demekê Serokê AKP'ê Serokomar Erdogan di mîtîngên ji bo hilbijartinê de li her bajarî bi Ehmedê Xanî propaganda xwe dikir û digot: "Berhemên Xanî yên berê qedexe bûn di serdema me serbest bûn. Hemû qedexe di serdema me de rabûn." Bi vê yekê pesnê xwe didan. Serokomar Erdogan dema Serokwezîr bû di kongreya 27'ê Tebaxa 2014'an de axaftina xatirxwestinê kiribû. Erdogan gotibû "Vê tevgerê ji kaniyên Ahmet Yesevî heta Mevlana, ji Mewladan heta Ahmede Hanî, Meleye Cezirî, Mehmet Akîf û Necip Fazil av vexwariye. Erdogan di mîtînga 27'e Adara 2014’an bi dengê ketî gotibû “Ez dê mizgîniyekê bidim Wanê. -Wezirê me yê Çand û Turîzmê Pirtûka Mem û Zîn a Ehmedî Xanî bi awayekî pir xweşik bi kurdî û tirkî çap kir. Niha jî em Em dîwana alimekî ji Wanê yê navdar Faki Teyran bi kurdî û tirkî çap dikin. Vê yekê jî em çê dikin" û pesnê xwe dabû.

'MEM Û ZÎN HETA BERIYA ME QEDEXE BÛ'

Erdogan piştî mîtînga Wanê beşdarî bernameya Serşêwirmendê Haber Turk a Yîgît Bulut bû. Erdogan, diyar kir ku berhemên kurdî ên di serdemên hikûmtên din de hatin qedexekirin, di serdema wan de serbest bû û wiha got: "Yek jê jî berhema Ahmedî Xani Mem û Zîn a li Stenbolê hat çapkirin e. Mem û Zîn heta serdema me qedexe bû. Lê me qedexe ji ser vê berhemê rakir. Wezareta me ya Çandê ev çap kir.

'JI KUUU HETA KU'

Erdogan her dem bi gotina "Ji kuuu heta ku" pesnê xwe da. Erdogan di axaftina 4'ê Gulana 2015'an a li Mêrdinê jî gotibû wan Dîwana Feqiyê Teyran ji aliyê Wezareta Çand û Turîzmê ve çap kiriye û wiha gotibû: "Ji ku heta ku".

SEROKWEZÎR YILDIRIM JÎ PESN DABÛN

Wekî Erdogan Binali Yıldırım jî pesnê xwe dabû û bal kişandibû ser berhemên Ehmedê Xanî