Polîsan nivîsên li Sûrê jê birin

AMED - Gelê Sûrê ji bo bertekên xwe li dijî rûxandina Sûrê bînin ziman, li ser gelek dîwaran nivîs nivîsîbûn, polîsan bi boyaxê ew nivîs jê birin. Welatiyan bertek nîşanî polîsan da û got ku "Dibe nivîsên li dîwaran jê bibin, lê nikarin Sûrê ji dilê me bibin."

Bi mehan e li taxên Alîpaşa û Lalebey ên Sûra Amedê di bin navê "veguherandina bajar" de bi sedan avahiyên welatiyan hatin rûxandin, ji hêlekê ve jî av û ceryanên welatiyan hatine qutkirin û dîsa jî wlatî dest ji malên xwe bernadin. Welatiyên ji bo bertekên xwe nîşanî rûxandinê bidin, li ser dîwaran nivîsên ku banga piştgiriya Sûrê dikir nivîsîbûn, polîsan xwe li van nivîsan ranegirt û bi boyaxê ew jê birin. Welatiyan aşkera kir ku dibe nivîsan jê bibin, lê nikarin hezkirina Sûrê ji dilê wan derxin.

Di dîwaran de nivîsên wekî "Ji Toledoyê ra na", "Li Sûrê dema raperînê ye", "Em ê malên xwe nedin rûxandin", "Sûr hezkirin e", "Sûr li ber xwe bide" û gelek nivîsên din hatibûn nivîsandin. Welatiya bi navê Ozlem Duran (40) da zanîn ku polîsan rojek berî cejnê nivîsên li taxan jê birine û wiha axivî: "Nivîsan jê bibin dê çi bibe, Sûr di dilê me de ye. Em mala xwe dixwazin. Bila bes tedeyê li me bikin."