EDENE - Yekemîn rûniştina doza 36 kesên ku 3 ji wan girtî dihatin darizandin û di pîrozbahiyên 1'ê Gulanê ku hatibû betalkirin de israr kirin hat dîtin. Heyeta dadgehê ku ji bo demborî hatibû peywirdarkirin doz taloqî 4'ê Çileya 2017'an kir.
Li Edeneyê dema ji bo pîrozbahiyên 1'ê Gulanê Cejna Karkeran xebat dihatin meşandin bi hîdîaya "bombeya zindî" heye çalakî hatibûn qedexekirin, 36 kesên ku 3 ji wan girtîne dema di pîrozbahiyan de israr kiribûn hatibûn binçavkirin, derbarê wan de doz hatibû vekirin û rûniştan yekemîn a dozê hat dîtin. Doza li 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê ku bi sûcdariya "bûne mucalefetê qanûna meş û çalakiyan a hêjmara 2911'an" hat vekirin 36 kesên 3 ji wan girtîne û parêzerên wan tevlî bûn. Ji ber serokê dadgehê ji peywirê hatiye girtin doz di bin serokatiya dadgehê demborî de destpê kir.
Heyeta dadgehê, diyar kir ku ew bi peywira demborî li dozê dinêrin û biryar da ku tenê parastina 3 kesên girtîne bigire. Piştre doz bi kontrola nasnameyan destpê kir. Piştre bersûcên girtî Mehmet Kapan, Serkan Ozdemîr û Aydin Oter, parastina xwe kirin, sûcdarî redkirin û tehliyeya xwe xwastin. Heyeta dadgehê jî biryar da ku girtina bersûcan berdewam bike û doz talowî 4'ê Çileya 2017'an kir.
Beriya rûniştina dozê Malên Gel li Parka Înonuyê li avahiya Partiya Şoreşger daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniya hat dayîn de hat diyarkirin ku 1'ê Gulanê tê darizandin.
07.12.2016 - 13:28:03