Ayhan: Yekîtî dê pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser bike

RIHA - Endamê Heyeta HDP'e û Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan ku li Hewlerê bi heyeta KNK'ê re hevdîtin pêk anî, diyar kir ku yekîtiya neteweya kurd dê pirsgirêka Rojhilat Navîn çareser bike.

Kongreya Neteya Kurdistanê (KNK), piştî ji bo avakirina Yekîtiya Neteweya Kurd bang li hemû sazî, partî û dezgehên kurdan kir, Heyeta HDP'ê, li Nûnertiya HDP'ê ya Hewlerê bi heyeta KNK'ê re hevdîtin kirin. Ji endamê heyeta HDP'ê, Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Îbrahîm, der barê hevdîtinê de agahî da. Ayhan, anî ziman ku wan nêzîkatî, fikr û pêşniyarên xwe yên HDP'ê bi heyeta KNK'ê re parve kirine û wiha got: "Me diyar kir ku demek pir dirêj e kongre kom nabe û sedema vê yekê me niqaş kir. Me bal kişand pirsgirêkên li pêş komkirina kongreyê û çareseriya wê. Me nerîn û pêşniyarên xwe bi heyetê re parve kir. Li Rojhilata Navîn her tişt serobin dibe. Her tişt ji nûve tê sazkirin. Divê ev sedsal bibe sedsala nasname, statu û hebûna hêza kurdan. Ji ber vê yekê êdî yekîtiya neteweya kurd nebe nabe. Ger ku yekîtiya kurd bê avakirin dê bi xwe re pirsgirêkên li Rojhilata Navîn jî çareser bike.

Ayhan, anî ziman ku pirsgirêkên li Rojhilata Navîn hemû herêmê û cîhanê meşgûl dike û wiha got: "Kurd li herêmê êdî dibin xwedi hêz û vîn. Ji ber vê yekê pêdivî bi yekîtiyê heye. Divê kurd bi lezgîn yekîtiya xwe ava bikin û hêza pevpar derxin holê. Yekîtiyî ji bo kurdan pir girîng e. Hem di qada aborî de hem di qada civakî, çandî û siyasî de pir girîn e. Em wekî HDP'ê her dem alîgirê yekîtiya neteweya kurd in. Ji bo ve yekê em her dem di nava hewldanê dene. Me di vê çarçoveyê de nerîn û pêşniyarên xwe bi KNK'ê re parve kir. Divê hemû astengiyên li pêş yekîtiyê bên rakirin. Divê her kes bi vê hişyendî û hesasiyetê nêzîk bibe.Em di vî ali de amade ne ku berpirsiyariya xwe pêk bînin. Ev ne ji bo partiyan, ji bo gelê kurd girîng e."

Ayhan, destnîşan kir ku yekîtiya kurdan pêş bikeve dê pirsgirêka li Rojhilata Navîn jî çareser bike û ne tenê gelê kurd gelê Rojhilata navîn jî eleqeder dike. Divê Kongreya Neteweya Kurd kom bibe. Helwesta kurdan a yekîtiyê dê demokrasî û azadiyê pêş bixe û pêşeroja Rojhilata navîn ronî bike. Dê pirsgirêkê di çarçoveya demokratîk de çareser bike.