Di Roja Têkoşîna li Dijî Îşkenceyê de îşkence tê kirin!

AMED - Di Roja Têkoşîna li Dijî Îşkenceyê de, li navçeya Licê welatiyê bi navê Mesut Yalavuz ji hêla leşkeran ve hat binçavkiri û bi guleyekî ew birîndar kirin. Yalavuz li nexweşxaneyê dest û lingên wî kelepçekirî tê dermankirin.

Li gundê Beşişte ya naçeya Licê ya Amedê di 19'ê Hezîranê de operasyona leşkerî hatibû destpêkirin, welatiyên bi navê Mesut Yalavuz hatibû binçavkirin, piştre hatibû îdiakirin ku reviye, rojek şûn de bi birîndarî hatibû dîtin. Yalavuzê rakirin Nexweşxaneya Lêkolînê ya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê, tedawiya wî didome. Yalavuz ê rovî û kezeva wî zerar dîtiye, duh ji beşa lezgîn derket. Malbatê aşkera kir ku dest û lingên Yalavuz kelepçekirî ye û wiha tê dermankirin.

DAYIK: EV SÛC E

26'ê Hezîranê di heman demê de "Roja Piştgiriya ji bo Kesên Îşkenceyê Dibînin û Têkoşîna li Dijî Îşkenceyê" ye û berî 20 salan ji hêla Lijeya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hatiye qebûlkirin. Dayik Raîfe Yalacuz da zanîn ku xwestine kurê wê bi îşkenceyê bikujin, derbamkirina wî di binê îşkenceyê de tê kirin. Dayik Yalavuz diyar kir ku tedawiya kurê wê çawa tê kirin ew nizanin û wiha got: "Em nizanin rewşa wî nizanin. Bijîşkan tenê got 'Rewşa wî normal e'. Em di nav fikaran de ne. Bi pêkanînên derveyê mirovahiyê re rû bi rû maye. Ev sûc e, em vê yekê qebûl nakin."