ENQERE - Koma ku ji bo piştgiriyê bidin Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça li hev civiyan, polîsan êrîşê wan kir û 4 jin hatin binçavkirin. Velî Saçilik tîşortê ku wêneyê Muhammed Alî li ser bû û nivîsa "Ez wekî minminîka difirim û wekî mozan pêvedidim" li ser hatibû nivîn, li xwe kiribû jî bal kişand.
Çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça di roja 110'emîn de ye û çalakiyên piştgiriyê li derve didomin. Çalakiya li Kolana Yukselê hatiye destpêkirin, îro jî bi pankart û piştgiriyan berdewam kir. Çalakvanên xwestin li ber Birdariya Mafên Mirovan daxuyaniyê bidin, bûn hedefa polîsan û hin kes hatin binçavkirin.
Di êrîşê de welatî qasî nîv saetê di erdê re hatin kaşkirin, hatin derbkirin û gaza îsotê berdan welatiyan. Di êrîşê de Nazan Bozkurt, Nazîfe Onay û xwendekara bi navê Derya Donmez a ji Trabzonê hatî, çalakvana bi navê Sultan a ku paşnavê wê nehat hînbûn, destên wan ji piştê ve hat kelepçekirin û ew binçav kirin.
Velî Saçilik ê ji gazê û derbkirinê bi bandor bû, welatiyên derûdorê alîkarî da wî. Saçilik berî çalakiyê tîşortê ku wêneyê Muhammed Alî li ser bû û nivîsa "Ez wekî minminîka difirim û wekî mozan pêvedidim" li ser hatibû nivîn, li xwe kiribû jî bal kişand.