Meş heta Edîrne dirêj bibe dê HDP jî tev meşê bibe

STENBOL – Serokwekîla Meclîsa Tirkiyeyê ya HDP’î Pervin Buldan, diyar kir ku ew dê meşa Edaletê li Kandirayê pêşwazî bikin û ger meş heta Edîrneyê bidome dê tev li meşê bibin.

Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê, li avahiya HDP'e ya bajar bernameya Cejna Remezanê pêk anî. Di bernameyê de Serokwekîla Meclîsa Tirkiye ya HDP'î Pervin Buldan û Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Garo Paylan û gel amade bûn. Serokwekîla Meclîsa Tirkiye û Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Pervin Buldan, cejna her kesî piroz kir û wiha got: "Em êdî di tama cejnê de cejnê pîroz nakin. Tama cejnê nemaye. Mixabin em di bin zextan, binçavkirin, girtin, kuştinê de cejnê pîroz dikin"

'EM DÊ LI KANDIRA PIŞTGIRIYA MANEVÎ BIDIN'

Buldan bal şikand ser meşa Edaletê û wiha got: "Ger ku Edalet ji bo her kesî bê xwestin dibe edalet. Ger ku tenê ji bo neheqiya li hemberî wan hatiye kirin bê xwestin ew edalet nîvco ye. Em dê li Kandira piştgiriya manevi bidin Meşa Edaletê û li Kandira Meşvanên Edaletê pêşwazî bikin. Ger ku meş heta Edîrneyê bidome, em dê ji samîmiyeta wan bawer bikin û tev li meşê bibin."

Bernameya pirozbahiya cejnê ya li avahiya HDP'ê dê heta saetên êvarî berdewam bike.