STENBOL - Şaxên TÎHV û ÎHD, daxuyaniyek hevpar dan û diyar kirin ku ji ber OHAL'ê îşkence bûye perçeyê jiyana rojane û zêde bûye. TÎHV û ÎHD'ê anî ziman ku di pêvajoya OHAL'ê de Milyonek û 809 hezar mafê jiyanê û tenduristiyê hatine binpêkirin.
Nûnertiya Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiye (TÎHV) a Stenbolê û Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê bi minasebeta 20'emîn salvegera 26'ê Hezîranê Roja Têkoşîna li dijî Îşkenceyê û Piştevaniya Kesên Rastî Îşkenceyê Hatine, li Şaxa ÎHD'ê civîna çapemeniyê pêk anîn. Di civînê de parkarta “Mirov bi mafên xwe mirova in" vekir. Nûnerê TİHV'ê yê Stenbolê Umît Efe û Cîgira Hevserokên Giştî yê ÎHD'ê Gulseren Yolerî amade bûn.
Nûnerê TÎHV'ê yê Stenbolê Umit Efe daxuyanî da. Efe anî ziman ku Piştî Neteweyên Yekbûyî (NY) di sala 1987'an de Peymana “Îşkence û pêkanînên zalîmane yên li dijî mirovahiyê Muameleya li dijî şikandina rûmetê ya di jî ceza" hatiye qebûlkirn. Efe anî ziman ku piştî peymana NY hat qebûlkirin 10 sal şûnde wekî Roja Têkoşîna li Dijî ÎŞkenceyê û Piştevaniya Kesên Rastî Îşkenceyê hatine" hatiye qebûlkirin.
Efe, anî ziman ku li welatên mahkûmî şer bûne û ketine hembêza şer êdî îşkence bûye beşek perçeyê jiyana rojane. Efe wiha got: "Ji ber vê yekê di 20 salên dawî de têkoşîna li dijî îşkence bêtir bi wate ye. Di pêvajoya OHAL'ê de milyonek û 809 kes mafê wan ê jiyanê û tenduristiyê hat binpêkirin. Bi taybetî piştî Tîrmeha 2015’an binpêkirina mafan zêde bû. Li Herêma Başûr û Rojhilatê Anatoliyê di pêvajoya OHAL'ê de binpêkirina mafan zêde bûye. Êdî îşkence bûye perçeyek jiyana rojane. Nuriye Gulmen û Semih Ozakça bi dehan caran rastî îşkencyea polîsan hatin. Bi dehan caran hatin binçavkirin. Veli Saçilik bi dehan caran rastî îşkenceya gaza îsotê hat.
HERÎ ZÊDE LI ÎMRALIYÊ TECRÎD GIRAN E
Efe da zanîn ku di pêvajoya OHAL’ê de îşkence û tecrîda li girtîgehan zêde bû û herî zêde tecrîd li Îmraliyê giran bûye. Efe wiha bi dawî kir: "Li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê ji sala 2000'an heta niha tecrîd di meriyetê deye. Divê demek berî demekê Girtîgeha Îmraliyê bê girtin. Divê Tirkiye li gorî peymanên navneteweyî tev bigere. Herî zêde li Îmraliyê tecrîda giran di meriyetê de ye. Ev mirovan dixe nava fikaran. Divê tecrîd bi dawî bibe û OHAL bê rakirin."