HDP û DBP'ê malbatên Nisêbînê ziyaret kirin

MÊRDîN – Rêxistina HDP û DBP'ê heyetek ava kir û li Nisêbînê malbatên zarokên wan di şer de jiyana xwe ji dest dan ziyaret kir.

Rêxistina HDP û DBP’ê ya Mêrdînê ji koma di navde parlementerê HDP'e yê Mêrdînê Ali Atalan jî û rêveber jî hene heyetek ava kir û li navçeya Nisêbîne ya Mêrdînê malbatên zarokên wan di şer de jiyana xwe ji dest dane ziyaret kir. Heyetê bi minasebeta Cejna Remazanê malbat ziyaret kir û cejna malbatan pîroz kir. Rêveberên HDP û DBP'ê li taxên Dîcle, Firat û Yenî Şehirê cejna welatiyan pîroz kir pirgirêkên gel guhdar kirin. Heyetê di pîrozbahiyê de xwest cejn bibe wesîleya aştî û wekheviyê.