Dayikên Şemiyê: Bila meş heta Edîrnê bidome

DUZCE - Dayikên Aştiyê yên bi Çarikên Spî tev li Meşa Edaletê bûn, diyar kirin ku meş bi vî rengî kêm e û xwestin meş heta Edîrneyê berdewam bike.

Meşa Edaletê di roja 12'an de didome. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê tev li meşê bûn û daxwazên xwe anin ziman. Dayikên bi çarikên xwe yên sipi beşdarî meşê bûn, diyar kirin ku 4 demsalên salê bê navber li edaletê digerin û xwestin edalet ji bo her kesî be. Dayika Aştiye Perihan Akbulut, ku di sala 1993'an de ji Derikê koçi Stenbolê bû, ani ziman ku bi salan e li edaletê digere û wiha got: "Heta edalat pêk neyê aştî jî nabe. Hemû kesên ku ji dil edaleta rast dixwaze em li cem wan in. Em dubare dibêjin heta edalet pêk neyê aştî jî pêk nayê. Ji ber ku li vî welatî edalet tune zarokên me girtî ne. Gor bi bedenên zarokên me tije bûn. Ger ku edalet pêş bikeve dê ev welat rizgar bibe Edalat ji bo Îmraliyê jî lazim e. Vîna 40 milyon mirovan e. Ger ku Edalet hebûya brêz Ocalan îro dê ne girti bûya. Divê hemû gelên li Tirkiye li edaletê xwedî derkevin û biparêzin."

Dayika Aştiye Revşan Dunar ku di sala 1994'an de ji Hîzanê ya Bedlise koç kir jî edalet xwest û wiha got: "Edalet bi vî renegî kêm e. Divê meş heta Edirneyê berdewam bike. Ne tenê Enis Berberoglu, wekîlên HDP'e jî girtî ne.