EDENE - Midûrê wargeha Aladagê ku piştî şewatê hatin girtin Cuma Alî Genç di îfadeya li dozgeriyê de diyar kir ku wê rojê li wargehê tûpa agirkujiyê tune bû û wiha got: "Ji aliyê şaredariyê ve jî tu kontrol ne hat kirin."
Midûrê wargeha Aladagê ya Edeneyê ku şewat lê derket û 12 kesên 11 jê zarokbûn jiyana xwe ji destdan Cuma Alî Genç di îfadeya dayî Dozgeriya Komarê ya Edeneyê de diyar kir ku ewlehiya wargehê ji aliyê Mahmut D. ê ku zarok bi wesayîtê dibirin dibistanê û dianîn ve dihat girtin. Genç, derbarê wargeha ku ev aleke midûrtiya wê dike de agahî dan û wiha got: "Roja 29'ê Mijdarê ku şewat derker ez ji ber karên xwe yên taybet çûm Edeneyê û heman rojê saet di 19.00'an de vegeriyan Aladagê. Dema ez ketim navçeyê Mahmut de li min geriya û got li wargehê şewat derketiye û divê agahiyê bide komên agirkujiyê. Ji ber ez li ber deriyê avahiya agirkujiyê bûn ji wesayîtê hatim xwarê û min agahî da wan."
'JI BO EM ZAROKAN RIZGAR BIKIN ME LIHÊF VEKIRIN'
Genç, anî ziman ku piştre ew çûye cihê şewatê û wiha pêde çû: "Dema ez ji deriyê hêsin ê wargehê ketim hundir min dît ku agir gihiştiye deriyê qata sêyemîn û banê wargehê. Di wê demê de cîranekê ku ez navê wî nizanim nêrdewana ceryanê anîbû. Me bi heval û Mahmut D. ra da ber paceya odeya rûniştinê. Nêrdewana din a ku di wê demê de anîn jî danîn ber paceya odeya rûniştinê ya din. Welatî derketin ser nêrdewanan zarok û jinên li jorê ji nêrdewanan dianîn xwarê."
Genç, bi lêv kir ku wan lihêfa li ber nêrdewanan girtin li binê wargehê bi welatiyên kombûne re vekirin, xwestin zarok xwe bavêjin ser lihêfê û wiha domand: "Di wê demê de li hemû odeyan duman tejî bûbû û ji hemû paçeyên odeyan duman derdiket. 4-5 zarokan xwe avêtin ser lihêfa kum e vekiriye û rizgar bûn."
'TÛPA AGIRKUJIYÊ TUNE BÛ'
Genç, da xuyakirin ku paceyên qada sêyemîn paçeyên we hemû girtî bûn û wiha got: "Ji ber wê me ne zanîn li wê qatê xwendekar hene yan na. Lê me texmîn kir li wê qatê xwendekar hene û me hewlda nêrdewamê bidin ber qatê lê nêrwan kurt bû. Li wargehê hertim tûpa agirkujiyê hebû lê roja bûyerê li wargehê tune bûn. Di dema ku min peywira midûrtiyê dikin tu tatbîkatên şewatê li wargehê ne hatin kirin. Ji aliyê şaredariyê ve jî tu kontrol ne hatin kirin tenê ji aliyê Midûryeta Perwerdehiya Neteweyî ve di demên 6 mehan de kontrol dihatin kirin."
'EZ NIZANIM TÛPA AGIRKUJIYÊ BIKARBÎNIM'
Genç, destnîşan kir ku tu aliyên qaçax ên wargehê tune ne û wiha pêde çû: "Min çend caran deriyên agir ên wargehê ceribandin. Ez ji nêrdewanan hatim xwar û derketim jor. Di deriyan de tu kêmanî tune bû. Deriyên agir vekirîbûn. Dema min destkên deriyê agir ên qada duyemîn kontrol kirin hebûn. Nebûna wan qebûl nakim. Ez dizanim ku deriyên wargehên ên agir naşewitin û heta demekê xwe digirin. Derbarê şewatê de min tu perwerdehiyek fermî ne dîtiye. Yên ku van tûpên agir kujiyê tejî dikin nîşanî min nedan ka ez ê çawa bikar bînim."
'KOMÊN AGIR KUJIYÊ TÊRÊ NEDIKIR'
Genç, anî ziman ku beriya 5-6 mehan sîgorteyên wargehê hatibûn xwarê û wiha axivî: "Ji bilî rakirina sîgorteyan me tiştek din ne kir. Mirinên çêbûne ji ber têrê nekirina komên agirkujiyê çêbûne. Bûyer ji ber têrnekirina agirkujan û nebûna wesayîta mudaxeleyê ya agirkujiyê, ji ber kurtbûna nêrdewanê ya ku nedigihişt qata sêyemîn û ji ber rayedarên agirkujiyê nexwedî tesîsatek baş bûn çêbûye. Komên agirkujiyê têrê nekirin."
07.12.2016 - 14:27:21