Girtîgeh nexweş dikin: Bila girtiyên nexweş demildest bên berdan

ÎZMÎR - Heval û xizmên siyasetmedarê kurd Ahmet Demîroglû ku bi saxlemî ket girtîgehê û wek nexweşê pençeşêrê jê derket û piştî derketinê bi demeke kurt jiyana xwe ji dest da, di 3'yemîn salvegera mirina wî de xwestin ku hemû girtî û hikumxwarin nexweş bên tehliyekirin.

Li gorî wezareta dadê di girtîgehên Tirkiyeyê de 300 jê giran 902 girtiyên nexweş hene. Di 4 salên dawî de zêdeyî 50 girtiyên nexweş piştî ku li girtîgehê nexweş ketin jiyana xwe ji dest dan. Yek ji van girtiyên nexweş ku jiyana xwe ji dest da jî siyasetmedarê kurd Ahmet Demîroglû bû. Demîroglû ku yek ji avakarên Akademiya Siyasetê ya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP)bû, di sala 2011'an de di operasyonên bin navê "KCK"ê de li Îzmîrê bi tawanbariyên "rêveberiya rêxistinê" û "gihandina milîtanan" hat girtin. Demîroglû 18 mehan di bin çewisandin û îşkenceyan de li Girtîgeha Tîpa F a Kiriklarê hat ragirtin û ji ber şert û mercên girtîgehê nexweşîna pençeşêra hestiyan lê peyde bû. Piştî ku rewşa Demîroglû zaf xedar bû hat tehliyekirin û ji ber ku di wextê xwe de teşhîs nehatiye dayîn di Hezîrana 2011'an de jiyana xwe ji dest da.

Hevjîn û hevalê Demîroglû xwestin hemû girtiyên nexweş bên berdan.

'ÇI BIKEVE SER MILÊ ME DIVÊ EM BIKIN'

Hevjîna demîroglû Sûltan Demîroglû, got ku ji ber neheqiyekê hevjînê wê hatibû girtin û di girtîgehê de hatiye qetilkirin. Demîroglû, dest nîşan kir ku hevjînê wê bi saxlemî ket girtîgehê, lê bi awayekî nexweş derket û wiha got: "Divê girtiyên nexweş tim di rojeve vî gelî û welatî de bin. Hemû kesên ku ji xwe re dibêjin mirov, hemû raya giştî divê balê bikêşin ser rewş û tedawiya girtiyên nexweş. Ji bo berdana girtiyên nexweş çi bikeve ser milê me divê em bikin."

'GIRTÎGEH NEXWEŞ DIKIN'

Hevalê Demîroglû û rêveberê Şaxa ÎHD'a Îzmîrê Ahmet Çîçek jî, got ku li girtîgehan girtiyên nexweş sewqî mirinê tên kirin. Çîçek, diyar kir ku kesên saxlem dikevin girtîgehê ji ber şert û mercên girtîgehê bêtir nexweşîna pençeşêrê li wan peyda dibe û wiha got: "Girtîgeh mirovên saxlem nexweş dike. Nayên tedawîkirin. Divê girtiyên nexweş demildest, bêyî bazar bên berdan."

'DIVÊ DEMILDEST BÊN BERDAN'

Hevalê Demîroglû Mehmet Aker jî wiha axivî: "Li girtîgehê heke nexweşîna wan bê teşhîskirin jî, derfetên tedawiyê nadin wan. Wek mînak, li girtîgehê Ahmet Demîroglû çend caran çû revîrê, hebên serêşê û melhem danê û ew şandin qawîşa wî. Ew sewqî nexweşxaneyê nekirin. Ev jî bû sedem ku di demeke kurt de nexweşîna wî girantir bibe. Wek tê zanîn di bûyerên pençeşêrê yên bi vî rengî de teşhîseke pêşwext û tedawiyeke baş divê. Ji ber ku ji bo Demîroglû ev nehat kirin nexweşîna wî pêş ve çû û hat asta ku êdî vegera wê tune ye. Piştî hat tehliyekirin teşhîsa pençeşêrê hat dayîn, lê belê ji ber dereng dest bi tedawiyê hat kirin tu encam bi dest neketin. Ev nexweşîn bû sedema mirina wî. Em wek parêzvanên mafên mirovan ji bo tedawiya girtiyan dixwazin demildest girtiyên nexweş bên berdan. Divê di vî warî de demildest tevdîr bên girtin. Li gor çavdêriyên me Saziya Tiba Edlî bi alîgirî tevdigere û hêdî dixebite. Ji bo girtîgeh nebin malên mirinê, divê raporên ku ji nexweşxaneyên tam teşekulî bên wergirtin wek raporên emsal bên qebûlkirin."