Gelo Tirkiye walî tayînî Bakurê Sûriyê kir?

DÎLOK -Tirkiye piştî bi navê "Mertalên Firatê" ket Cerablusê û teslîmî OSO kir, derket holê ku Waliyê Dîlokê 4 cîgirên xwe tayînî navçeyên Cerablus, El Bab, Ezaz û El Rai kirin. Çavkaniyê diyar kir ku Waliyê Dîrokê 4 cîgirên xwe li li navçeyan peywirdar kirine û destûr nade ku bêyî wan gav bê avêtin.

Tirkiye piştî bi navê Mertalên Firatê derbasî Rojava bû û bi hevkariya Artêşa Sûriyeya Azad (OSO) li Cerablus, Elbab, Ezazê bi cih bûn, niha dixwaze wekî perçeyekî girêdayî Tirkiye bi rêve bibe. Hat zanîn ku Waliyê Dîlokê 4 cîgirên xwe tayînî navçeyên Cerablus, El Bab, El Rai (Çobanbey) û Ezazê kirine. Çavkaniyên ku nexwest navên xwe aşkere bikin diyar kirin ku piştî Tirkiye bi Mertalên Firatê ket Cerablusê û radestî OSO kir, niha hewl dide ku wekî bajarên perçeyên Tirkiye bi rêve bibe. Çavkanî anî ziman ku Waliyê Dîlorê 4 cîgirên xwe li Cerablus, Bab, Ezaz û El Rai bi cih kirine û naxwazin bêyi wan çûk jî bifirin. Çavkaniyê destnîşan kir ku li bajarên Rojava yên El Bab, Cerablus, El Rai û Ezazê Cîgirên Waliyên Dîlokê H.U., Y.A., T.E. û M.C.K. hatine peywirdarkirin. Çavkaniyê destnîşan kir ku waliyên hatşînî van navçeyan hatin kirin ji perwerdehiya leşkerî heta perwerdehiya dibistanan her bi her tiştî eleqeder dikin û kordîne dikin. Çavkaniyê da zanîn ku li herêmên ku OSO serdest in bêyî agahiya van waliyan gav nayê avêtin û çûk nayên firandin.

XIZMET JI ALIYÊ ŞAREDARIYA DÎLOKÊ VE TÊ KIRIN

Hat zanîn ku cîgirên Walî di serî de li herêmê dibistan, nexweşxane û rêyan çê dike û ev xizmetên li wir tên kirin bi destê Şaredariya Dîlokê tê kirin. Hat zanîn ku hemû binesaziya li van bajarên Rojava bi destê Şaredariya Dîlokê tê kirin. Çavkaniyê da zanîn ku heta niha li Cerablusê bê hêjmar înşaet hatine destpêkirin û Cîgirê Waliyê Dîlokê hemû xebatan koordîne dike.


ÇAVKANIYÊ DA ZANÎN KU LI HER NAVÇEYÊ CÎGIRÊ WALIYEKÎ TAYIN KIRINE

Çakani da zanîn ku li El Babê Cîgirê Walî H. U., li Ezazê T.E., li El Rai M.C.K. û li Cerablusê Y.A. hatiye tayînkirin û van bajaran bi her awayî koordîne dike. Çavkaniyê da zanîn ku wekî bajarên Tirkiye tên bi rêvebirin û bi van xebatan bi awayekî fîlîlî bi Tirkiyeyê ve hatine grêdan.

Erdogan Alayumat / Haci Yusuf Topaloglu - dihaber