AGIRÎ - Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê piştî Qeyûma Bazîdê Bîrdariya Ehmetê Xanî şikand û xerakir, li ser medya civakî bertek derket asta jor. Hasthtagî ya “#EhmedêXanîOnurumuzdur" (#EhmedêXanîRûmetameye" TT bû.
Li Navçeya Bazîdê ya Agiriyê Qeyûmê Şaredariyê Ulaş Akhan bîrdariya fîlozofê kurd Ehmedê Xanî xera kir. Xarkirina bîrdariya Ehmedê Xanî di medya civakî de rastî bertekên mezin hat. Li ser hesabê Twitterê bertek TT bû.
Di Hasthtagî ya “#EhmedêXanîOnurumuzdur" (#EhmedêXanîRûmetameye" ku TT bû de ev pertek derketin pêş:
* Îktîdara di wêjeyê de hilberhîna wan tune be, hêza wê ya wêje û dîroka gelekî tune bike tune!
* Ev e pêşeroja hûn wead dikin? Bila qeyûm tayînî aqilê vî qeyûmê ku bîrdarî xerakiriye bê kirin!
* Bîrdariyek ku tu jê hez neke tu wê rake, helwestek bîrdozî ye! Lê şikandin û avêtina holê nêzîkatiyek faşizan e!
* Qeyûma ku ewil tabelayên kurdî rakir, niha jî Bîrdariya Helbestvan û filozofê kurd xerakir!
* Kesê ji bo dengan Ehmedê Xanî kirin bazar niha jî tehamula peyker nakin.
* Ahmet î Hanî yê we di hilbijartinê de ji devê xwe dernedixist neviyên wan dê cezayê wê di hilbijartinê de bidin.