Destûr nadin malbat Yalavuzê birîndar bibînin

AMED – Osman Yalavuz ê ku li Licê ji aliyê leşkeran ve hatibû birîndarkirin cara duyemîn hat binçavkirin. Malbata Yalavuz diyar kir ku ew nikarin pê re hevdîtin bikin û ji jiyana Yalavuz bi fikar in.

Li gundê Beşîştê yê Licê ya Amedê di 19’ê hezîranê de dema Osman Yalavuz li baxçeyê xwe avdaniyê dikir ji aliyê leşkeran ve hat gulebarankirin û birîndar bûbû. Yalavuz piştî dermankirinê duh ji aliyê leşkeran ve bi hinceta “Îmzeya we heye” wî birin Qereqola Leşkeriya Bajêr a Amedê. Yalavuz li qereqolê hat binçavkirin û hat zanîn ku di saetên dereng ên şevê de ew bi helîkoptêrê birin Fermandriya Leşkeriya Licê.

Birayê Yalavuz, Bakî Yalavuz pişt rast kir ku birayê wî birine Licê û wiha got: “Rewşa birayê min nebaşe û hêj dermankirina wî xelas nebûye. Nikare di binçavan de bimîne. Bi fermana dozgeriyê nahêlin em pê re hevdîtin bikin. Xetereya wî ya jiyanî didome.”