STENBOL - Meşa Edaletê di roja 13'an de didome. Meşa Edaletê Çiyayê Bolu li pişt xwe hişt. Di meşê de malbatên Gezî û xizmên kesên hatin kuştin beşdari meşê bûn.
Meşa Edaletê di roja 13'an de didome. Meşa ku duh li Duzceyê dest pê kir îro Çiyayê Bolu li pey xwe hişt. Bi hezaran kesên ji duriyana Kaynaşli dest pê kirin, Çiyayê Bolu li pey xwe hişt û meşiyan. Di meşa îro de berxwedanên Gezî amade bûn. Malbatên Alî Îsmail Korkmaz, Ethem Sarisuluk, Berkin Elvan, û endamên Platforma Em Dê Cînayetên Jinan Rawestînin amade bûn. Di destê jinan de dowîzên "Ji bo jinan Edalet" amade bûn. Di destpêka meşê de Serokê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu axivî û wiha got: "Me îro gundê Koroglu terk dikin. Em ji bo edaletê dimeşin. Meşvanên Meşa Edaletê dê 22 kilometre bimeşin.