Cîhan Şêx Ehmed: Em ji bo tola Şengalê li Reqqayê şer dikin

REQQA – Berdevka operasyona Reqqayê Cîhan Şêx Ehmed têkildarî hemleyê diyar kir ku bi taybetî em ji bo jinên ji Şengalê anîn li Reqqayê firotin şer dikin û tolê hiltînin û wiha got: "Heta îro me bi sedan jin ji dîlgirtinê xelas kir. Hêj ev peywîra me xelas nebûye. Heta em hemû jinan ji destê çeteyan rizgar bikin, em ê şer bikin. Ev serkeftin jî ya jinan e.”

Li Reqqayê operasyona “Cenga Mezin” a ku bi pêşengiya QSD’ê destpêkiribû di roja 21’emîn de berdewam dike. Şervanên QSD’ê heta niha 6 tax rizgar kirin û li taxa Qadîsiyê dest bi xebatê paqijiyê kirin. Şervanên ku êrîşên DAIŞ’ê dişkînin berî xwe dan taxa Deriyê. Li taxa Hattinê jî di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de pevçûnên dijwar diqewimin. Berdevka operasyonê Cîhan Şêx Ehmed derbarê operasyonê de agahî dan dîhaberê û nirxandinên girîng kir.

'BI MORAL Û KELECANEK MEZIN DIDOM E'

Cîhan Ehmed destnîşan kir ku qonaxa hemleya Xezeba Firatê ya dawî li Reqqayê di bin navê “Cenga Mezin” de destpêkir û wiha got: “Di roja 21’emîn de bi moralek mezin û kelacena azadiyê operasyona didome. Operasyonên me bi awayekî serkeftî dewam dike. Ev nêzî 7 mehî ye me amadekariyê vê operasyonê dikir û îro jî em encamên operasyonê bi dest dixin. Azadî û rizgarkirina Reqqayê nêz e.”

'HÊZA KU TÊ QEBÛL KIRIN QSD YE'

Cihan Ehmed diyar kir ku azadkirina Raqqayê dê pêşketineke dîrokî be û wiha got: "Em tex bi tax bajêr azad dikin. Ewê bi awayê bi kontrol bi hemû hêza xwe Reqqayê azad bikin. Bi operasayona herî dawî hêzên QSD'ê rastî eleqeyek mezin a gel tên û êdî ev yek hatiye qebûlkirin."

'SERKEFTINEK MEZIN HEYE'

Ehemd destnîşan kir ku operasyonên wan ên bi hêzên koalîsyonê yên navneteweyî re bi leza xwe didomin û ev nirxandin kir: "Heya ku DAIŞ xelas bibe dê têkiliya me ya bi koalîsyonê re bidome. Serkeftina ku dê li Sûriyeyê bê bi dest xistin, ji bo pêşerojê xwedî girîngiyeke pir mezin e. Di nava 7 mehan de, azadiya erdnîgariyek ewqas mezin pir ne hêsan e. Divê azadiya bi 10 hezaran sivîlan jî bê dîtin. Pişt re jî em ê van mirovan vegerînîn ser axa wan."


Ehmed anî ziman ku gelê herêmê pêşeroja xwe avabûna QSD'ê re dît û wiha pê de çû: "Ne tenê gelê Reqqayê, gelên li Dêra Zor û Helebê jî bang li me kirine ku em wan ji bin zilma DAIŞ'ê xelas bikin. Em li Reqqayê şerekê stratejîk bi rêve dibin. DAIŞ'a ku her kes jê ditirsaya, tenê hêzên me yên QSD'ê derketin pêş berî wan."

'DÊ SERKEFTIN A JINAN BE'

Ehmed derbirî ku di destpêka operasyonê de wan soz daye ku dê tola hemû jinê cîhanê ji DAÎŞ'ê bigirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bi taybetî ji bo tola jinên ji Şengalê anîn û li Reqqayê di bazaran de firotîn em şer dikin. Me ev jiyana wan ji bîr nekiriye. Heya roja îro me bi sedan jin ji dîlgirtinê xelas kirin, lê ev peywira me hêj bi dawî nebûye. Heya ku em hemû jinên hatine dîl girtin ji çeteyan rizgar nekin dê ev şerê me bidome. Azadkirina Reqqayê dê serkeftina herî mezin be. Ev serkeftin jî dê ya jinan be."


Nazim Daştan - dîhaber