Berê Sûr niha dora Silopiyê ye

ENQERE - Lijneya Wezîran biryar da ku li navçyea Sîlopya qada 404 hektar hilweşîne. Malbatên li taxên bên xerakirin bi riya parêzeran serî li 14'emîn Daîreya Şewira Dewletê da û xwest biryar bê rawestandin. Lê Dadgeha Şewira Dewletê serlêdana parêzeran red kir. Parêzera malbatan Prz. Nuray Ozdogan, diyar kir ku bêyî keşîf bê kirin biryar hatiye stendin û ev şerma herî mezin e.

Lijneya Wezîran der barê 9 taxên li navçeya Sîlopya de biryara xerakirinê dabû. Malbatên li van taxan dijîn jî bi riya parêzer serî li 14’emîn Daîreya Şewira dewletê dabû û xwestibûn biryar bê rawestandin. Lê Daîreya Şewira Dewletê serlêdana malbatan red kir. Lijneya Wezîran der barê taxên Barbaros, Başak, Cudi, Karşıyaka, Şehit Harun Boy, Nuh, Yenişehir û Yeşiltepe yên Sîlopiya de "Qadên bi Rîsk" îlan kiribû û biryara xerakirinê dabû.
Lijneya Weziran li gorî xala 2'emîn a Der Barê Qadên di Bin Rîska Afetê de xwest bên xerakirin. Li ser vê yekê ji malbatan Ahmet Ediz, Yusuf Deniz û Musa Çetin biryar îtiraz kiribûn û bi riya parêzer Hulya Yildirim û Nuray Ozdogan ji bo biryara Lijneya Wezîran bê rawestandin serî li 14’'emîn Daîreya Şewira Dewletê da. Şewira Dewletê jî biryar red kir.

14’emîn Daîreya Şewira Dewletê hinceta ji 6 rûpelan pêk dihat amade kir û bal kişand ser mafê mulkiyetê yê neteweyî û navneteweyî. Di hincetê de gelek nakokî hebûn. Daîreyê rapora Lijneya Wezîran esas girt û diyar kir ku divê 27 avahî bi temamî bên xerakirin. Der 342 avahiyan de ji biryara xezara giran dan û idîa kirin ku divê ji sedî ji sedî 90 rîska can û mal heye. Daîreyê bêyî li qadê lêkolîn bike biryara Lijneya Wezîran esas girt û serlêdana malbatan red kir.

Prz. Nuray Ozdogan, diyar kir ku piştî der barê Sûrê de biryar dan, biryara ji bo Sîlopya ji bo wan ne surpriz bû û wiha got: "Şêwira Dewletê der barê "Qadên bi Rîsk" biryarên cuda dabûn. Bi vê biryarê rê li pêş hiqûqa ku xerakirinê rewa dike vekir. Ji bo Sîlopiyê dozên din ên hatine vekirin tune. Tu carî nehatin li Silopiya lêkolin nekirin. Li ser navê hiqûqê şerm e. Şewira dewletê biryar daye ku pêdivî bi lêkolîne tune. Ger ku şert hatibe guhertin wê demê biryar bi şik e. Şertê lêkolinê mecbûri ye. Şertê hatiye guhertin siyasî ye. Divê çembera tirksê bê şikandin. Ev biryar li dijî rêziknameya xala 6306'an e."