Ji bo girtiyan li ber girtîgehê çalakî li darxistin

ÊLIH – Pêkhateyên KCD, TJA, DBP û HDP ên Êlihê bi boneya balê bikişînin ser rewşa girtiyan û bêhiqûqiyê li ber Girtîgeha Tîpa M a Êlihê çalakî li darxistin û dilsoziya bi girtiyan re anîn ziman.

Pêkhateyên KCD, TJA, DBP û HDP ên Êlihê bi malbatên girtiyan re bi boneya Cejna Remezanê balê bikişînin ser rewşa girtiyan û bêhiqûqiya li ser girtiyan şermezar bikin li ber Girtîgeha Tîpa M a Êlihê çalakî li darxistin. Di çalakiyê de parlamenterên HDP’ê yên Êlihê Saadet Becereklî, Mehmet Alî Aslan, rêveberên HDP, DBP, KCD, TJA, malbatên girtiyan û gelek welatî amade bûn.

‘MALBATAN CEZA DIKIN’

Di çalakiyê de ewil Hevserokê HDP’a Êlihê Îkram Îrgî axivî û bi pîrozkirina cejna girtiyan dest bi axaftina xwe kir. Îrgî binpêkirinên mafan û muameleyên xerab ên li girtîgehan bibîr xist û wiha got: “Kombûna me ya li vir li dijî hiqûqa hatiye binpêkirin e. Bi deh hezaran mirov bi awayekî bêhiqûqî di girtîgehan de ye. Nikarin cejna xwe jî li gel malbatan pîroz bikin. Hêj hevserokên me, parlamenter, hevşaredar û bi hezaran hevalên li dij hiqûqê girtî ne. Her roj operasyon pêk tên û hema bêje salonên dadgehan veguherîne dikên şanoyê. Tu hincet tune ye hevalên me ji aliyê dozger û dadgeran ve tên girtin. Bi van pêkanînên kêfî bi girtiyan re jî malbatên me tên mehkûmkirin. Em vê yekê şermezar dikin.”

‘PÊKANÎNÊN BÊHIQÛQ DIDOM IN’

Piştî Îrgî, parlamenter Mehmet Alî Aslan jî axivî û wiha pê de çû: “Xwezî hevalên me ne li girtîgehan li gel malbatên xwe cejna xwe pîroz bikirina. Lê mixabin bi hezaran kilometre girtî ji malbat û zarokên xwe dûr in û nikarin cejna hev pîroz bikin. Bêyî hincetan bidin nîşandan girtî tên sirgûnkirin. Girtiyan di koxûşên kapasîteya wan ji 10-20’an pêk tê lê 50-60 girtî radigirin. Tiştek wisa di hiqûq û wîjdan de nîne.” Aslan di dawiya axaftina xwe bang kir ku pêwîste demildest li pêkanînên xerab dawî bê anîn.

Komê piştî daxuyaniyê bi boneya cejnê malbatên girtiyan ziyaret kirin.