STENBOL- Çalakiya Dayikên Aştiyê ya ji bo vegera mutabaqada Qesra Dolmabahçeyê û azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ku li ber Qesra Dolmabahçeyê dabûn destpêkirin vê hefteyê jî hat astengkirin.
Çalakiya Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê ya ji bo vegera mutabaqada Qesra Dolmabahçeyê û azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ku li ber Qesra Dolmabahçeyê dabûn destpêkirin vê hefteyê jî hat qedexekirin. Çalakî 3 hefteyê ji aliyê Walîtiya Stenbolê ve bi hinceta OHAL'ê tê astengkirin.
POLÎSAN GEF LI DAYIKAN XWARIN
Polîsên ku destur nedan dayikan gotina "Rojên şemiyê li Qada Galatasarayê rûdinên, ji niha û pêve ger dixwazin li vir rûnên qusurê nenêrin hûn ê bên binçavkirin" bi kar anîn, li ser vê Dayika Aştiyê Guler Bugday bi gotina "Ew ji bo hestiyên zarokên xwe yên hatine windakirin bibînin rûdinên. Em hemû dayik aştiye dixwazin. Li ser navê hemû dayikên ku di şer de zarokên wan jiyana xwe ji dest dane û dayikên êş dikişînin em aştiyê dixwazin" nerazîbûn nîşan da.
'GULA AŞTIYÊ NABE'
Dayikên Aştiyê yên hatin astengkirin xwestin gulên ku sembola aştiyê ne daynin cihê ku rûdinên lê polîsan bi gotina "Çalakiya rûniştinê tuneye, bazarî tuneye, gula aştiyê nabe" destur neda vê yekê jî. Dayikên Aştiyê jî li ser vê yekê bi dirûşman gulên xwe avêtin deryayê.