AMED - Jin li navçeya Sûrê ya tê xirakirin de, cejan Remezanê ya gel pîroz kirin. Piştre jinan li dijî xirakirinê "Çalakiya nobetê" dan dest pê kirin. Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr diyar kir ku xerakirina Sûrê berdewama "Plana têkbirinê" ye.
Endamên Tevgera Jinen Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Meclisa Jinan a Kongereya Demokratîk a Gelan (HDK) û Platforma Ji Xerakirina Sûrê re Na, li dijî xerakirina Sûrê dest bi "Çalakiya Nobetê" kirin.
Dayika Ayşe Denîz Karacagîl Nuray Erçagan a li Reqqayê jiyana xwe ji dest daye, Parlamenterên HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Feleknas Uca, Sîbel Yîgîtalp, Ayşe Başaran û gelek jin beşdarî nobetê bûn. Jinên li ber avahiya Rêxistina DBP'ê ya Sûrê kom bûn, li kuçeyên Sûrê geriyan û cejna gel pîroz kirin. Jin li Sûrê geriyan û bi welatiyên malên wan tên xerakirin re hatin cem hev û cejin pîroz kirin û pirsgirêkên wan guhdar kirin.
'XERAKIRIN DEWAMA PLANA TÊKBIRINÊ YE'
Jinan "Çalakiya nobetê" li kuçeya Fabrîkaya Çeltîk a kevin a Taxa Lalebeyê dest pê kir. Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr daxuyanî da û diyar kir ku li ser Sûrê polîtîkayeke qirêj tê maşandin. Teşdemîr cejna jinan piroz kir û wiha got: "Li Sûrê tenê mal nayên xira kirin. Çand, nasname û dîroka gel tê tune kirin. Xirakirina Sûrê yek ji berdewama 'Plana têkbirinê' ye." Taşdemîr bertek nişanî talîmatên Qeyûmên AKP'ê yên ji bo xerakirina Peykerên li navçe û bajarên Kurdistanê da û wiha dawî li axatina xwe anî: "Bi van pêkanînan dixwazin çanda gel a dîrokî tune bikin. Em li gel jin û gelê Sûrê ne. Ji bo Sûrê jî em edaletê dixwazin. Daxuyanî bi berz kirina dirûşmên “Bijî Sûr” û “Her bijî jinên azad” bi dawî bû. Pişt re jinan dest bi çalakiya nobetê kirin. "Çalakiya nobetê" dê heya saet 19.00’an bi dome.