Polisan bi maşîna zirxî ciwan birîndar kirin û reviyan

ŞIRNEX - Polîsan li navçeya Sîlopiya ya Şirnexê xwendekara zaningehê Mizgin Kizil bi maşîna zirxî birîndar kirin û reviyan. Welatiyan Kizil, rakirin nexweşxaneyê û bertek nîşanî polîsan dan.

Polîsan di 24'ê Hezîranê roja Erefê de li kolana Kibrisê bi başîna zirxî li xwendekaran zanîngehê ya 22 salî Mizgin Kizil qeliband û ew birîndar kirin. Polîsan piştî Mizgîn Kizil birîndar kirin ji cihê bûyerê reviyan. Welatiyên hatin cihê bûyerê Kizil rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sîlopya. Kizil ku ji serî, stu û laşê xwe ve birîndar bû, li Nexweşxaneya Dewletê hat dermankirin. Li nexweşxaneyê 4 kêl avetin serê Kizil bazin xistin situyê Kizil. Kizil, bertek nîşanî polîsan da û wiha got: "Dibêjin em ji bo ewlehiya we tên digerin. Em wan ji bo ewlehiya xwe naxwazin."

Bavê Mizgîn Fettah Kizil, anî ziman ku maşîna polîsan ji şerîda şaş hat û li keça wê qeliband û wiha got: "Zarokên me ji bo amadekariyên cejnê derketin kolanê. Piştî demekê telefon hat û got keça te li nexweşxaneyê ye. Polîsan li keça min xist û reviyan. Lê dema keça mi rakirin Nexweşxaneyê polîs li wir bûn. Wekî tiştek nebûbe tev geriyan. Divê canê mirovan ne ew qas erzan be. Tevî keça min bi giranî birîndar bû jî li nexweşxaneyê rapor nedan keça min. Keça min xwendekar bû û rapor xwest. Lê ji keça min xwest biçe li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê raporê bistîne. Em dê dozê li wan vekin. Çi pêwist be em dê bikin. Mizgin Kizil anî ziman ku polîsên bi maşînê li wê xist û reviyan bêyî demê winda bikin çûn mala wan û xwestin îfadeya wê bigirin û wiha got: "Min got ez dê li we glî bikin. Ez dest ji vê meseleyê bernadim. Ez de glî bikin û dozê vekim. Hêj duh li Lîcê mirov ji ber vê yekê hatin kuştin. Dibû ku ez jî bimira ma."


Kizil, anî ziman ku çi karê van panzêr û maşîneyên polîsan li nava bajar û taxan heye û wiha got: "Di qezayek normal a trafikê de ajokaran digirin. Lê polîs bi maşînê zirxî li wilatiyan dixin û der barê wan de tiştek nayê kirin. Dibêjin ji bo ewlehiyê. Em ewlehiya wan naxwazin. Bila neyên taxên me wê demê em bêtir bi ewle ne. Cejn li me kirin jahr."

Di 4'ê Gulanê de li Sîlopya polîsan bi panzêrê zarokê 7 salî Muhammet û yê 6 salî Furkan Yildirim şev nîvê şevê di malê de kuştin.