TSK'ê gundên Şera topbaran kir

EFRÎN /ŞAHBA – Leşkerên TSK'ê gundên navçeya Şera topbaran kir. Di heman demê de balafirên keşfê yên Tirkiyê li ser gundê Şêx Îsa geriyan.

Li gorî agahiyên nûçegîhanê ANHA ji Kantona Efrînê ragihand leşkerên TSK'ê di saetên êvarî de ji bajarê Ezazê, gundên Qestel Cindo, Malikiyê, Merenaz, Vîllat El-Qadî û Eyn Deqnê yên girêdayî navçeya Şera ya Kantona Efrînê bi hawanan topbaran kir. Toparan rastî bersivdayîna şervanên YPG/YPJ'ê hat. topbarana çeteyan heta derengê şevê berdewam kir. Di heman demê de balafirên keşfê yên Tirkiyê li ser gundê Şêx Îsa yê herêmên Şahbayê geriyan.