DUZCE - Meşa Edaletê di roja 14'an de berdewam dike. Meşvanên Meşa Edaletê diyar kirin ku divê meş tenê bi Maltepe neyê sînordarkirin û heta Edîrneyê bidome.
Meşa Edaletê di roja 14'an de berdewam dike. Her ku diçe tevlîbûna ji bo meşê zêde dibe. Eleqeya meşê û daxwazên Edaletê jî zêde dibin. Meşvanên Edaletê der barê Meşa Edaletê de daxwazên xwe anîn ziman û xwestin ku meş tenê bi Maltepe sînordar nemîne û heta Edîrneyê bidome. Meşvanên ku li Duzceyê beşdarî meşê bûn anîn ziman ku divê meş heta Girtîgeha Maltepeyê neyê sînordarkirin û heta Silivrî û Edirneyê bidome.
Meşvanê Edaletê Gundogdu Koç, diyar kir ku êdî bêedaletî derketiye asta herî jor û wiha got: "Ez bawer dikim ku wê ev meş li Tirkiyeyê hin tiştan biguherîne. Divê meş bi Girtîgeha Maltepe bi sînor nemîne. Divê meş bidome. Divê meş tenê bi meşvanan bi sînor nemîne. Divê her kes derkeve kolanan û daxwaza edaletê bike. Divê her kes ji bo edaletê bitêkoşe.
DIVÊ HER KES PIŞTGIRIYÊ BIDE MEŞA EDALETÊ
Meşvana Edaletê Sultan Ardinç jî anî ziman divê her kes ji bo pêşeroja zarokan beşdarî meşê bibe û wiha got: "Çi sûcê wekîlên HDP'ê heye. Li gorî min tu sûcê wan tune ye. Divê karibin wekiltiyê bikin. Divê heta edalet bê meş bidome û li her derê ev meş belav bibe. Divê li her derê piştgiriyê bidin meşê.
'EZ BAWER DIKIM DÊ WEKÎ AŞÛTÊ MEZIN BIBE'
Gulnur Kodas jî xwest hemû mirov bê tirs û fikar piştgiriyê bidin meşê. Ger ku di rojek cejnê de mirov ketibe rê wê demê pisgirêk heye. Ji bo em vê pirsgirekê çareser bikin dimeşin. Kodas diyar kir ku ew bawer dike ku dê ev meş wek aşûtê mezin bibe. Meşvan Ali Haydar Çelebî ji anî ziman ku ev meşa gel e û xwest her kes piştgiriyê bide meşê.