'Dewirkirina cihên pîroz ên Suryaniyan tunekirina dîrokê ye'

MÊRDÎN - Weqfa Manastira Mor Gabriel lîsteya cihên pîrozwer ên 8 gundên Nisêbînê ku dewrî Serokatiya Karên Diyanet, xezîne, şaredariyên Mêrdîn û Nisêbînê hatine kirin eşkere kir. Weqfê diyar kir ku ew ê lîsteya hemû cihên hatine dewirkirin amade bikin. Gelê suryanî bertek nîşanî biryarê dan û diyar kirin ku ev tunekirina dîrokê ye û dê li dijî vê biryarê bi tapo û delîlan serî li cihên hewcedar bidin.

Piştî ku Mêrdîn bu bajarê mezin, gund bi fermî bûn tax û bi îdareya bajêr ve hatin girêdan. Di 2012'an de zagon hat guhertin û Walîtiya Mêrdînê Lijneya Tasfiye yê ava kir. Komîsyonê li bajêr milkên girêdayî hukmê şexsî bi dawî kir û milkên wan parve kirin. Li bajêr heta niha jî dewirkirin û tasfiye berdewam dikin. Bi taybetî jî li Nisêbînê gelek milkên bawerî û îbadetên suryaniyan dewrî xezîne, Serokatiya Karên Diyanetê û şaredariyan hatine kirin.

KARYAKOS ERGUN: EM Ê LÎSTEYA CIHÊN HATIN DEWIRKIRIN AMADE BIKIN

Li gor agahiyên ku Serokê Weqfa Manastir a Mor Gabriel Kuryakos Ergun dan piştî ku di 2008'an de milkên kêmnetewan bi weqfan ve hatin girêdan, hinek dêr, manastir û goristan bi hukmê şexsî yên gundan ve hatin girêdan. Piştî gund bi şaredariyê ve hatin girêdan, Lijneya Tasfiyeyê hat avakirin. Heman lijne jî cihên girêdayî hukmên şexsî bi xezîneyê ve girêdan. Ergun da zanîn ku ew ji par ve bi cihên ku dewrî diyanetê hatine kirin û mulkiyeta wan dewrî xezîneyê hatine kirin ve mijul dibin û tespît dikin. Ew ê lîsteya hemûyan amade bikin û serî li cihên têkildar bidin.


Li gor lîsteya Weqfa Manastira Mor Gabriel tenê li Nisêbînê li 8 gundan goristan, erse, dêr, bax, îbatdetxane û zevî dewrî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Wezareta Diyanetê û Şaredariya Nisêbînê hatine kirin.

*Balaban: Dêrek dewrî xezîneyê hatiye kirin. Goristanek dewrî Şaredariya Mezin a Mêrdînê hatiye kirin.

*Gunyurdu: Dêrek û hewşa wê dewrî xezîneyê hatiye kirin. 2 goristan dewrî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hatine kirin.

*Odabaşi: Dêrek dewrî xezîneyê hatiye kirin.

*Dagiçi: Baxçeyek dewrî Şaredariya Nisêbînê hatiye kirin. Goristan û îbadetxaneyek dewrî xezîneyê û bikaranîna jî dewrî Serokatiya Karên Diyanetê hatiye kirin. 2 zevî dewrî Şaredariya Nisêbînê hatine kirin. Goristanek dewrî xezineyê û bi kar anîn jî dewrî Serokatiya Karên Diyanetê hatiye kirin.

*Uçyol: 2 zevî û baxek dewrî Şaredariya Nisêbînê hatiye kirin. Îbadetxane û goristanek dewrî xezîneyê û bi kar anîn jî dewrî Serokatiya Karên Diyanetê hatiye kirin.

*Uç koy: 8 îbadetxane û goristan dewrî xezîneyê û bi kar anîn jî dewrî Serokatiya Karên Diyanetê hatiye kirin. 2 goristan dewrî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hatine kirin. 4 zevî û baxek dewrî Şaredariya Nisêbînê hatine kirin.

*Taşkoy: 5 zevî dewrî Şaredariya Nisêbînê, hopik (kefte) dewrî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, 7 îbadetxane û goristanek jî dewrî xezîneyê û bi kar anîn jî dewrî Serokatiya Karên Diyanetê hatine kirin.

*Dîbek: 3 îbadetxane û goristan dewrî xezîneyê, bi kar anîn dewrî Serokatiya Karên Diyanetê, zeviyek û erseyek jî dewrî Şaredariya Nisêbînê hatiye kirin.

Welatiyên suryanî yên Mêrdîn û navçeya Mîdyadê bertek nîşanî vê biryarê dan.

'EM Ê BI DELÎL Û TAPOYÊN XWE SERÎ LI CIHÊN HEWCEDAR BIDIN'

Welatiyê bi navê Metîn Ezilmez diyar kir ku ew li dijî vê biryarê ne û wiha got: "Ew ê saziyên me yên Mîdyad û Mêrdînê li dijî vê biryarê têbikoşin. Em ê jî bi delîl û tapoyên di destê me de serî li cihên hewcedar bidin. Em li benda çareseriyekê ne."

'EV TUNEKIRINA DÎROKÊ YE'

Serokê Navenda Hunerî ya Suryaniyan Ayhan Gurkan jî bertek nîşan biryarê da û wiha axivî: "Ev xeletî, şerm û tunekirina dîrokê ye. Em hêvîdarin ku zû ji vê xeletiyê vegerin. Ev xeletî li sala 2017'an nayê. Divê cihê me yên pîroz li gelê suryanî vegerînin."