DÎLOK -Binkeyên leşkerî yên di navbera Kilîs-Îslahiyeyê de tim bi guleyan Kantona Efrînê tacîz dikin. Şêniyên gundên li ser sînor bertek nîşanî vê rewşê dan û diyar kirin ku, îhtimala tevgerîna leşkerî ya ber bi Efrînê jî wan nerihet dike.
Tirkiyeya ku bi "Tevgera Mertala Firatê" ket herêma Şehbayê (Cerablûs, El Raî, El Bab, Ezaz) bi komên ku wek komên muxalif nav dike tim êrîşî Îdlib, Heleb û Kantona Efrînê dike. Hêzên leşkerî yên ku li sînorê navçeya Îslehiya ya Dîlokê hatine bicihkirin, tim bi guleyan taciz dikin. Ev guleyên tacizî herî zêde li herêmên Demirişik, Dûrûca, Înanli, Kazikli, Bûlamaç û Hisarê yên di navbera Kilîs-Îslehiyeyê de tên kirin.
EFRÎN Û ÎSLEHIYE XIZMÊN HEV IN
Welatiyên li herêmê diyar kirin ku ev guleyên tacizî tim tên berdan. Welatiyan got ku, ji Îslehiye heta Kilîsê dîwar hatiye lêkirin. Li herêmên ku Tirkiye muhîmat û leşker lê bicihkirin û nahêle kes nêzî wan bibe, liv û tevgera leşkeriyî heye. Welatiyan dest nîşan kir ku heke li hemberî Efrînê êrîş çêbibe, dê Tirkiye zaf bixisire.
Şêniyên gundên Îslehiyeyê anîn ziman ku ew hemû kurd in û li Efrînê xizmên wan hene û komên girêdayî OSO'yê wek "Komên ku mirov nizanin çi ne" pênase dikin. Gundiyan polîtîkayên Tirkiyeyê yên li hemberî kurdên Sûriyeyê rast nabînin û anîn ziman ku, îhtimala tevgerîna leşkerî ya ber bi Efrînê jî wan nerihet dike.
Penaberê bi navê Celal ku ji Efrînê ye û li Îslehiyeyê dijî, ragihand ku ji herêma ku sewqiyata leşkerî ber bi wê ve tê kirin çend roj berê Tirkiye êrîşî gundên Şîrkeftê, Qûybabû û Kûrdû yên Efrînê kiriye û bi vê re pevçûneke demkurt çêbûye. Celal, diyar kir ku navbera wan û welatiyên Îslehiyeyê baş e, lê belê ew polîtîkaya Tirkiyeyê ya dijberî kurdan fêm nakin.
Erdogan Alayumat / Haci Yusuf Topaloglu - dihaber