ENQERE – Serokwekîla Koma HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglu li AKPM’ê axivî û wiha got: “Pêwîste li Tirkiyê rojnamger xelata Pulîtzer bigrin, lê di girtîgehan de tên girtin."
Serokwekîla Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîlîz Kerestecîoglu li Meclîsa Parlamenterên Konseya Ewropayê di roja duyemîn a rûniştina havînê de axivî. Kerestecîgolu di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa rojnamgerên girtî yên li Tirkiyê.
Kerestecîoglu destnîşan kir ku bi boneya medya li dijî nelirêtiyê derbikeve û têkoşînê bide meşandin û di mijara temînatiya agahiyan de xwedî rolek xwe girîng heye û wiha got: “Li her welatê cîhanê yên ne demokratîk, hikûmet, general, şirket, şaredarî û bi piranî yên hêzê temsîl dikin, ji gel gelek tiştan vedişêrin. Agahiyên ji gel tên veşartin, divê bên teşhîrkirin. Rojnamgerên lêkolîner dikarin dikarin vî karî pêk bînin. Her wiha rojnamegerên lêkolîner mafê civakê yên agahî sitendinê jî temîn dikin.”
‘XELATGIRÊN PULÎTZER DI GIRTÎGEHAN DE NE’
Kerestecîoglu bal kişand ser xelata Pulîtzerê û wiha pê de çû: “Xelata Pulîtzer yek ji xelatên mîmarî yên ku mîsyona kontrola hikûmetê dike. Li Tirkiyê rojnamgerên ku divê xelata Pulîtzer werbigirin lê di girtîgehê de ne. Yek ji sembola rojnamgeriya lêkolîner kovara Nokta hat girtin. Ji rojnameya Cumhuriyetê 12 rêveber û rojnamger girtî ne. Sedemê girtina wan jî ew e ku TIR’ên MÎT’ê bi riya Cumhuriyetê deşîfre kirin.”
‘2 HEZAR Û 500 ROJNAMEGER BÊKAR MAN’
Kerestecîoglu bibîr xist ku parlamenterê CHP’ê Enîs Berberoglu jî ji doza rojnameya Cumhuriyetê hatiye girtin û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Ji tîrmeha 2016’an vir ve herî kêm 156 sazî û dezgehên çapemeniyê bi KHK’iyan hatin girtin. Li gorî daneyên Sendîkaya Rojnamgerên Tirkiyê nêzî 2 hezar û 500 rojnamger û xebatkarên medyayê ji ber girtina saziyan bêkar man.”