Plana êrîşên li ser Efrînê ya ji 3 aliyan ve

EFRÎN – Hat hînbûn ku Tirkiyeyê ji bo komên OSO, plansaziya ji sê aliyan ve êrîşên li ser Efrînê amade kiriye. Di çarçoveya vê planê de şevê din leşkerên TSK'ê gelek top avêtin gundên Efrînê.

Komên "Mertala Firatê" ku Hêzên Çekdar a Tirk (TSK) piştgiriya wan dike, şevê din gundên Eyn Deqnê, Qestel Cîndo, Merenet û Veleh Qadî yên girêdayî navçeya Şeraa ku dikeve bakurê Kantona Efrînê bi topên obusê û hewanan bombe kirin. YPG'ê di heman kêliyê de bersiv da êrîşan û hezên girêdayî artêşa tirk bi ser Kîlîsê re gund topbaran kirin. Hat hînbûn ku li gundên ji aliyê artêşa tirk û Artêşa Sûriyeya Azad (OSO) ve hatin topbaran kirin, sivîl birîndar bûn û zerara madî pêk hat. Li aliyê din hat zanîn ku leşkerên Rus yên li baregeha leşkerî ya bakurê Efrînê dimînin, di êrîşa şevê din de derbasî baregeha xwe bûne û êrîş temaşe kirine. YPG'ê berê jî aşkere kiribû dê li hemberî tu êrîşan bêdeng nemîn in û dema derbas bûyî bi dawî bûye û hêza wan heye ku hemû êrîşan vale der bixin.

JI SÊ ALIYAN VE ÊRÎŞ

Di heman demê de hat zanîn ku artêşa tirk planeke êrîşan ya ji sê aliyan ve xistiye pêşiya komên OSO û li ser vî esasî amadekariya êrîşan tê kirin.
Li gorî nexşeya hatiye amade kirin heza êrîşê ya yekemîn dê ji aliyê Ezaz ku dikeve bin Kîlîsê, ya duyemîn ji bajarê Mareyê ya dikeve herêma Şehba û ya sêyemîn jî ji bakurê Îdlîpê dê bikevin tevgerê û êrîş bikin.