ENQERE – Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 18 salin bi tena serê xwe di hucrê de têdikoşe. Ji 11'e Îlona 2016'an heta niha nikare bi malbat, parêzer û heyetan re hevdîtin bike. 9 mehin bi tu awayî agahî jê nayê girtin. Ocalan ku her dem bi pêşniyarên xwe rê li pêş çareseriyê vekir çawa li dijî tecrîdê têdikoşe?
Rêberê PKK'ê Abdullan 18 salin li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê bi tena serê xwe di hucreyê de di ber xwe dide. Herî dawî birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan di 11'ê Îlona 2016'an de hevdîtin kir. Ocalan tevî bi tena serê xwe di hucreyê de dimîne û ji gelek mafên xwe yê ragihandin, rojname, pirtûk û tevevîzyonê bêpar hat hiştin, bi paraznameyên xwe û di hevdîtinên xwe yên bi parêzer û heyetan de pêşniyarên modela nû ya çareseriya li Rojhilata Navîn pêş xist. Piştî tcrîda li ser Ocalan pêş ket, şer û kaosa li Rojhilata Navîn jî pêş ket. Ocalan, di 18 salên li Îmraliyê de bi dehan caran rastî tecrîda girna hat û hemû mafê wî ji destê wî hat girtin. Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha nikare bi parêzerên xwe re hevdîtin bike. Ocalan, herî dawî bi heyeta hevpar a Kongreya Civaka Demokratîk (KC), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Kongreya Jinên Azad (KJA) re herî dawî 783 roj berê di 5'ê Nîsana 2015’an de hevdîtin kir.
ENCAMA TECRÎDÊ
Ocalan piştî hat girtin û di hucreyê de tê ragirtin, nexweşiyên krîzên akut ên psiko-somatik, hallusinasyon, kîlodayîn, pergala xerabûna xwarinê, kêmbûna tansiyonan, ketina nabize, sirkulasyonê, serêş, bê îştahî, bêwexî, ji ser hişê xwe çûyîn, halê bi sînir, nexweşiya dil, êşa mahdê, ricifandin, xerakirina hevsengiyê, geşbûn, xwîdana zêde, motorik koordinasyon, derketin holê.
TEVÎ TECRÎDÊ
Ocalan tevî tecrîda giran, pêvajoya tecrîdê wekî “Rojbûna 3'emîn" bi nav kir. Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bi heyet adawletê re di navbera salên 2013-2015'an de hevdîtin pek anî. Di vê pêvajoyê de asta çareseriyê hat heta çareseriyê û piştre Serokomar Erdogan got "Ez masê nasnakim" û pêvajo xera kir. Tevî hemû hewldanên çareseriyê yên Ocalan pêvajo hat bi dawî kirin û deriyê Îmraliyê li Ocalan hat girtin. Gelo Ocalan çawa li li hemberî vê tecrîdê di ber xwe dide?
Ocalan di parastina xwe ya Modernîdeya Demokratîk de wiha dibêje:
‘DI SALA EWIL DE MIN NIZANÎBU EZ DÊ ÇAWA DI BER XWE BIDIM'
“Komploya di pêvajoya Îbraliyê de startin min, tu mislaqa hevîyê nehiştibû. Mijara darvekirinê, înfaz û şerê derûnî li ser vî esasî pêş diket. Bin sala ewil nizanîbû ez dê çawa li dijî vê yekê têbikoşim. Ez wisa fikiribûm. ‘Çawa dibe ku bi milyonan kesan di odeya biçûk de bigire?' Ri dastiyê de jî Wekî Rêberê Neteweya Kurd d şertên zindanêde min xwe kiribû senteza milyonan. An jî bûbûm sentez. Dema mirovek nikaribe ji malbat û zarokên xwe qet dûr bikeve min weki ku carek din qet bi malbatê re neyêm cem hev, çawa dibû ku demek dirêj ji milyonan kesên ku bûme vîna wan qut bibim. Min dê çawa ev yek rakira?"
(…)
Ya diyarker, min şertê tecrîda xwe diyar kir. Min got divê wisa pêşerojek min a mezin hebe ceribandinê min ê tecrîdê bibe bibe sedema min a jiyanek pir mezin û mînak. Li ser vê yekê min fikir pêş xist û nêzî tecrîdê bûm.
JINA KURDAN WEKÎ ZINDANA TARÎ YE'
Sedema yekem ji ber statuya civaka kurd e. Ez wisa difikirim: Ji bo ez azad bijîm, divê civaka ez girêdayî wê me azad bijî. Divê civak azad be. Ya rastî azadiya min a tekakesî divê ji civakê ne bêpar be. Dîwarê li dora kurdan hat girtin, ji zindana tarî ne cudatir e. Ya din divê di aliyê alhaqî de jî girêdanek hebe.
(…)
GIRTÎGEHA DERVE BÊTIR ZAHMET E
Halê kurdan ê koletiya mutlak, hêj jî wisa ye, bu sedem ku ez nikarim "jiyana azad bifikirim" Ez piştre îkna bûm. Min got ji bo min cîhanek azad ez lê bijîm tune ye. Ez di navbera zindana derve û zindana hundir de gelek fikirîm û min da ber hev Min piştre ferq kir ku zindana li derve ji bo mirov bêtir dijwar û talûke ye. Mirovekî kurd xwe li derve azad hîs dike. Lê ev xapandin e. Jiyana di bin xapandin û serdestiya kesên din de pêş bikeve jiyanek hatiye windakirin û ketiye nava îxanetê ye. Encama min ji vê yekê derxist min fam kir ku divê 24 saetan mirov di şertên kapîtalîzmê de ji bo hebûn û azadiyê divê di nava şer de bijî. Ji bo kurdekî bi ahlak û rûmet, divê teqez 24 satê rojê têkoşîna hebûn û azadiyê bê dayîn.
GIRTÎGEH RASTIYA TÊKOŞÎNÊ YE
Dem ez jiyana li derve li gorî vê rêgezê dipîvim, ez bawer dikim ku bi sinc û ahlak dijîm. Berdêla vê yekê mirin û girtîgeh be jî hewcedariya xwezaya şer e. Jiyanek bê şer ji sextekarî û bê rûmetiyek mezin bi sînor e. Ne berxwedana li girtîgehê li dijî rêgezên min ên jiyanê ne. Li gorî rêgezê min ê jyanê divê ez di ber xwe bidim. Divê ez rêgeza şerê hebûn û azadiyê di her şert û mercan de pêk bînim. Jiyanek azad û hebûnê bê têkoşin û berxwedan ne pêkan e."