DUZCE – Serokê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu di roja 14'an a Meşa Edaletêde çalakvan li dijî şermezarkirin û provokasyonan hişyar kir. Kiliçdaroglu anî ziman ku destên wan ji bo tundiyê tu çarî ranebûye û wiha got: "Hetanî Stenbolê em ê bi ken û coşeke mezin bimeşin. Dê kes nekare vê yekê asteng bike."
Meşa Edaletê ya ji Guvenparka Enqerê, ber bi Stenbolê dest pê kir, di roja 14'an de didome. Serokê Gişktî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu li Mewkiya Rêya Rûniştgeha Kalici daxuyanî da û diyar kir ku her roja der bas dibe, meş hîn xweştir û bi bereket dibe. Kiliçdaroglu bal kişand ser şermezarkirin û provokasyonan û wiha got: "Weke ku hûn jî dibînin dem bi dem şermezarkirin çêdibin, lê destê me tu çarî ji bo tundî û tûjiyê ranebûye û dê ra ne be. Piştî hemû provokasyonan em hemû li çepikan dixwin. Ev mînaka me ya xwişk, ji dildariya me ya ji edaletê re yê û girîng e."
'BI KEN EM Ê BIDOMÎNIN'
Kiliçdaroglu anî ziman ku heya Stenbolê wê bi ken, coş û biryardariyek mezin meşa xwe bidomînin û wiha axivî: "Divê kes nekare vê yekê asteng bike. Li dijî hemû êrîş û provokasyona em amade ne. Me metneke ji 12 xalan amade kir. Hemû çalakvan li gorî vê giştînameyê tevgeriyan. Ez spasiyê xwe ji hemû çalakvanan re pêşkêş dikim. Di heman demê de em spasiyê xwe li gelê Duzce ku bi heskirin û keyfxweşî em pêşwazî kirin, dikin. Kiliçdaroglu diyar kir ku dê piştî nîvro civîna Lijneya Rêveriya Navendî (MYK) ya partiya xwe çêbikin û axaftina xwe bi dawî kir. Kiliçdaroglu pişte bi rakirina dowîza "Edaletê" dest bi meş kirin.
Girseya di meşê de bi berzkirina "Heq, Hiqûq û Edalet" ber bi Sakarya yê ketin rê."