Awûstûryayê: Tirkiye dê Balkanan tevlîhev bike

NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Parastinê yê Awûstûryayê Hans-Peter Doskozîl, diyar kir ku Tirkiye bi bandora li ser Kosova, Bosna û Albaniya re li herêmê dibe xwedî gotin û welatên Yekîtiya Ewropayê hişyar kir.

Wezîrê Parastinê yê Awûstûryayê Hans-Peter Doskozîl, ji rojnameya Dîe Welt a li Elmanyayê rojane tê weşandin re, rewşa li welatên Balkanan nirxand. Rayedarê Awûstûryayî ragihand, li Balkanan hêza Yekîtiya Ewropayê qels dibe û anî ziman, Tirkiye û Erebîstana Siûdî jî bi bikaranîna Îslamiyetê li herêmê xurt bûne. Wezîrê Parastinê yê Awûstûryayê Hans-Peter Doskozîl diyar kir, Tirkiye bi taybetî hewl dide li ser welatên Balkanan bi bandor be û got, "Tirkiye wê di bin navê mîsyona NATO'yê de hewl bide hê bêhtir leşkeran bişîne herêmê. Ev rewş wê zerarê bide demokrasî û aramiya li herêmê tê afirandin."

Rayedarê navborî da zanîn, bandora Tirkiyeyê ya li ser Kosova, Albaniya, Bosna û Sirbîstanê zêde dibe û ev rewş gihîştiye asteke xetere. Rayedar di vî warî de hişyarî da Yekîtiya Ewropayê. Wezîrê Parastinê yê Awûstûryayê bi taybetî ji Elmanyayê xwest, ku bikeve nava liv û tevgerê û got, "Em bûyer û rewşa li Balkanan bi fikar dişopînin. Pêwîste Yekîtiya Ewropa, bi taybetî Elmanya li pêşberî angajmana Tirkiyeyê ya li Balkanan bêdeng nemîne."

TIRKIYE MIZGEFTAN LI HERÊMÊ AVA DIKE

Hejmara mizgeftên ku rejîma AKP'ê li Balkanan ava kir, di dema dawî de zêde bû. Mizgeftên li vê derê bi Karên Diyanetê yên dewleta Tirk re girêdayî ne û bi vî rengî dixebitin. Tirkiyeyê, ku mizgeftên li Banja Lûka û Saraybosna yên di dema şerê navxweyî yê Yûgoslavyayê de xera bûn restore kir, meleyên xwe li vê derê bi cih dike.

Tirkiye li Bosna û başûrê Sirbîstanê, di bin navê saziyên alîkariya însanî de xwe bi rêxistin dike. Li Kosovayê jî, berhemên xurekê, karên rêyên bejahî û trenê, sektora enerjiyê di destê şîrketên Tirkan de ne. Yekîtiya Ewropa li Balkanan alîkariya aborî dike. Tirkiye û Rûsya jî razemeniyê dikin.