MÊRDÎN - Heyeta HDP û DBP'ê ku Parlementerê HDP'ê yê Mêrdînê Alî Atalan jî di nav debû malbatên girtiyan li ber deriyê Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê ziyaret kir.
Parlementerê HDP'ê yê Mêrdînê Alî Atalan, rêveber û endamên HDP û DBP'ê yên Mêrdîn û navçeyên wê di roja hevdîtina malbatan a bi girtiyan re malbat li ber Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê ziyaret kirin. Heyet serê sibê hat ber girtîgehê û piştî malbatan zarokên xwe ziyaret kirin heyet ziyaret kir. Heyetê di ziyareta malbatan de li pirsgirêkên malbatan û daxwazên girtiyan guhdar kirin.