Li dijî Meşa Edaletê êrîşên provokatîf zêde dibin

DUZCE – Ajokarê kamyonê yê ku li qada bêhnvedana “Meşa Edaletê” zibil rijand û 2 hevalê xwe hatin binçavkirin. Di meşê de êrîşên provkatîf jî zêde dibin.

Di roja 14’emîn a “Meşa Edaletê” de li Duzceyê li cihê ku dê meşvan lê bêhna xwe vedana ajokerê kamyonekî zibil li derdorê rijand. Ajokar û 2 hevalê xwe hatin binçavkirin. 3 hezar TL ceza hat birîn. Dema Kiliçdaroglu û meşvan dê li ser riya Kalici Konutlar a Duzceyê rawestiyana di saetên êvarê de ji aliyê kamyonekî ve zibil hat rijandin.


Zibil ji aliyê Şaredariya Yenîşehîrê ve hat şûştin û welatiyan jî li dijî zibil rijandinê nerazîbûn nîşan dan. Ajokarê kamyonê ku reviya û 2 hevalê wî ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Hat zanîn ku dê her 3 gumanbar derbixin edliyê.

PROVOKASYON ZÊDE DIBIN

Li aliyê din di meşê de jî êrîşên provokatîf jî dewam dikin. Di roja 14’emîn a meşê de jî li ser riya meşê gule hat dîtin. Dîtina guleyê bû sedema hin fikaran û piştî demekî gule ji bo lêkolînê ji aliyê polîsan ve birin Midûriyeta Polîsan a Duzceyê. Piştî panîkê meşê berdewam kir.


Di meşê de kêlî bi kêlî bangên li hember êrîşên provokatîf baldar bin û neyên provokasyonê hatin kirin.

PIŞTGIRÎ BERFIREH DIBE

Her wiha Serokê Giştî yê Partiya Demokrat Gultekîn Uysal û nêzî 500 alîgirên xwe, Sekreterê Giştî yê Enternasyonala Sosyalîst Luîs Ayala, Endamê Lîjneya Serokan ê ODP’ê Alper Taş û heyeta Tevgera Yekgirtina Hezîranê beşdarî meşê bûn û piştgiriya xwe aşkere kirin.

Li ser îstîqameta meşê ajokarek ji wesayîta xwe peya bû û xwest bi ser Kiliçdaroglu ve bimeşe. Ev kesê provokatîf ji aliyê polîsan ve hat dûrxistin.