AMED – Neviyê Şêx Seîd Felat Ozsoy destnîşan kir ku dîroka dayîna biryara bidarvekirina Ocalan û bidervekirina Şêx Seîd ku rastî 29’ê hezîranê tê peyama tunekirinê didin gelê kurd û wiha got: “Bi qetliyaman pirgirêk çareser nabe.”
Yek ji pêşengê serhildanên kurdan Şêx Seîd e û raperîna wî bi nav û deng e. Şêx Seîd bi 46 hevalê xwe re ji aliyê Dadgeha Îstîklalê ya Şerqê ve li Deriyê Çiyê yê Amedê hat darvekirin. Piştî îsyana Şêx Seîd gelek serhildan pêk hatin û herî dawî PKK'ê cara 29’emîn serî hildan. Serhildana dawî ya 29'an ya PKK'ê ye. Xwestin bi îdamkirina dan Rêberê PKK Abdullah Ocalan dîrokî dubare bikin. Dîroka dîlgirtina Ocalan a ji aliyê navdewletî ve û dîroka Serhildana Şêx Seîd heman dîrok e. Di 29’ê hezîrana 1999’an de cezayê îdamê dan Ocalan û Şêx Seîd jî di 29’ê hezîranê de hatibû bidervekirin. Bi dubarekirina van dîrokan peyamê dan gelê kurd.
Ji neviyê Şêx Seîd Felat Ozsoy têkildarî bidevekirina Şêx Seîd ji dîhaberê axivî. Ozsoy, behsa têkoşîna Şêx Seîd kir û bal kişand ser bidarvekirina kalê xwe. Ozsoy da zanîn ku di wê demê de xwestin hemû îradeya kurdan teslîm bigirin û di wê pêvajoyê de erdnîgariya kurdan dagir kirin.
‘BI QETLIYAMA ÇARESERÎ NABE’
Ozsoy, destnîşan kir ku pirsgirêk bi xwînê çareser nabe û wiha domand: “Em dizanin ku bi qetliyam, bidervekirin û xerakirinê çareserî pêk nayê. Divê li hember şexsiyetên kurdan û pêşengên wan lêborîn bê xwestin. Hêj gorên mirovên hatin qetilkirin tune ne. Van mirovan li pişt Nexweşxaneya Alman a li Deriyê Çiyê hatine definkirin. Em dizanin ku dewlet dizane ev cenaze li ku hatine definkirin. Heke ku destûr bidin em ê bixwe biçin tespît bikin. Lê ev biryariyek dixwaze. Heke ku biryardariyek çêbibe dê pirsgirêka kurd jî bê çarserkirin. Heke ku bi siyasetmedarên kurd re rûnên û biaxivin dê çareserî hêsantir pêk bê.”
‘EM LI WAN NAYÊN’
Ozsoy, bal kişand ser mijarek girîng û wiha got: “Em wek neviyan bi kesên rêz nîşanî bav, kal û pêşengên me nedane û hurmetê ji cenazeyê wan re nîşan nedane ne mimkûne em li hev werin. Em vê dibêjin û em ê vê gotina xwe her tim bêjin.”
‘DIXWAZIN PEYAM BIDIN CIVAKÊ’
Ozsoy anî ziman ku xwestin bi dîroka biryara bidervekirina Ocalan û ya Şêx Seîd peyamê bidin gelê kurd û ev tişt got: “Ev ceza pêk nehat lê di encamê de xwestin peyam bidin civakê. Ji civakê re gotin ‘Em ê we jî wek bapîrên we bidarvebikin.’ Ev ne çareserî ye. Ka we bi kuştinê tun kir? Em bêjin hûn rêberê PKK jî bidarvebikin û bikujin wê çi bibe? Gelo dê pirsgirêk çareser bibe? Lê biryar û helwesta dewletê heman tişt e. Dixwazin bêjin ‘Di 1925’an de jî min kuşt niha jî ez dikujim.’ Heke ku hûn niha bikujîn jî dê 100 salê din bi dijwarî derkeve pêşberî we. Ev ne çareserî ye. Ev biryarên ku xwe bi xwe tune kirinê ne. Dewlet ji wan salan hat heta îro. Heke ku di 99’an de bi Rêberê PKK re biaxiviyan dê çareserî pêk bihata û ev mesele heta îro dirêj nedibû.”