EDENE - Emîne Altekîn a 25 salî ji bo cejna xwişka xwe ya li Seyhanê rûdine pîroz bike, ji malê derket û 4 rojin agahî jê nayê girtin. Altekîn bi riya têlefonê peyama "Ez hatime revandin min xelas bikin" ji malbata xwe re şand.
Emîne Altekîn a 25 salî ku li Taxa Daglioglu ya Seyhana Edenê rûdine, di roja yekem a Cejna Remezanê de xwest biçe mala xwişka û pişt re agahî jê nehat girtin. Altekîna ku 4 rojin jê agahî nayê girtin bi numareyekê peyama "Ez hatime revandin, min xelas bikin" ji malbata xwe re şand. Altekîn di peyama ji telefona pismamê xwe Îbrahîm Altekîn re şand de wiha got: "Ez revandim. Ez li kume û bi kê reme nizanim. Rewşa min baş e, lê ez bixwazim jî nikarim werim. Min gelek bêriya dayik û bavê xwe kiriye. Bila xwe neqehirînin. Telefona min ji destê min girtin. Min telefona xwe ji wan dizî û ez niha bi veşarî ji we re dinivîsim. Ez nikarim birevim. Ger ez birevim dê min bikujin. Min xelas bikin."
Malbata Altekîn piştî peyama ji wan re hat, li qereqola polisan glî kirin. Polîsan ji malbatê re got dê bûyerê lêkolîn bikin, ger agahiyek girtin, dê bi wan re parve bikin.