COLEMÊRG - Mîraç Onal ê 6 salî ku ji wesayîta ket ava Zapê, hêj nehatiye dîtin. Legerîna malbatê jî hêj didom e.
Mîroç Onal ê 6 salî ku ji wesayîta ket ava Zapê ya navçeya Gevera Colemêrgê û winda bû nehatiye dîtin. Qeza di 17'ê Hezîranê li nêzî gundê Suûstû yê 11 kîlometran nêzî rêya bejahiya Gevera Colemêrgê ye pêk hatibû. Wesayîta ji kontrola ajoker Aydin Onal derketibû û firiyabû ava Zapê. Ji 9 kesên di wesayî de Banu, Elîf û Cemre Onal jiyana xwe ji dest dabûn û 5 kes jî birîndar bûbûn. Di qezayê de Mîraç Onal ê 6 salî ket avê û winda bû. Lêgerîna Onal 11 rojin didome. Lê hêj nehatiye dîtin. Lêgerî malbatê ya ji bo dîtina Onal didome.