Ayşegul Dogan: Tirkiye xeletiyên xwe dubare dike

ŞIRNEX – Ayşegul Dogan bi wesîleya 10’emîn salvegera wefata bavê xwe Orhan Dogan polîtîkayên Tirkiye nirxandin û diyar kir ku Tirkiye carek din xeletiyên xwe dubare dike.

Parlamenterê berê yê DEP’ê û siyasetmedarê kurd Orhan Dogan, di Mîhrîcana Çand-Huner û Turîzmê ya Ehmedê Xanî ya Bazîdê de krîza dil derbas kiribû û jiyana xwe ji dest dabû. 10 sal di ser wefata Dogan re derbas bû. Keça Dogan, Ayşegul Dogan, bi minasebeta salvegera bave xwe hat Cizîrê behsa bavê xwe kir. Dogan detnîşan kir ku xeyala herî mezin a bavê wê pêşxistina aştiyê bû û wî her tim xwe wek berpirsyarê aştiyê hîs dikir. Dogan bibîr xist ku dîmenên roja wekîlên HDP’ê hatin binçavkirin, dîmenên bavê wê aniye bîra wê û niha jî li Tirkiyê heman xeletî dubare dibin. Dogan li dijî peykerên siyasetmedar û nirxên kurdan ku tên xerakirin nerazîbûn nîşan da û wiha got: “Çima ji peyker û hevokan ditirsin? Nikarin bi xerakira peyker û navên kurdî civakê biguherînin. Dixwazin civakê bêbelek bihêlin.”

Dogan di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser girtina parlamenterên HDP’ê û got: "Ez ê layiqî têkoşîna bavê xwe ya aştî û demokrasiyê bimînim."