Parêzer ji bo Gulmen û Ozakça ketin grevê

STENBOL - Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Gel ji bo daxwazên Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça bên qebûl kirin, li Baroya Stenbolê dest bi greva biçîbûnê kirin.

Akademisyen Nuriye Gulmen û Mamoste Semîh Ozakça yên bi KHK'ê hatin îxrackirin ji bo mafê xwe bistînin 112 rojin di greva birçîbûnê dene. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Gelan ji bo daxwazên Gulmen û Ozakça bên qebûl kirin, ji bo hefteyekê dest bi greva birçîbûnê kirin. Yek ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Gelan Behîç Aşçi bal kişand ser greva birçîbûnê ya Gulmen û Ozakça û wiha got: "Daxwaza wan ew e, tenê vegerin ser karê xwe. Gulmen û Ozakça bi awayekê bêmafî ji kar hatin avêtin. AKP dinava krîzê deye û êdî nikare welat birêve bibe. Ji ber vê yekê AKP êrîşî kesên ne xwe dike." Aşçi diyar kir ku Gulmen û Ozakça ne tenê ji bo xwe, ji bo her kesî/ê di greva birçîbûnê de ne û bi dawî kir: "Greva me ya birçîbûnê ne tenê ji bo Nuriye û Semîhe, di heman demê de hişyariyeke ji bo desthilatdariya AKP'ê. Em serî natewîn in û teslîm nabin. Berxwedana Nuriye û Semîh rewa, mafdar û qanûniye. Ê ku qanûnan binpê dike desthilatdariya AKP'ê bixwe ye. Bila daxwazên wan were qebûl kirin û vegerin karên xwe."

Parêzeran piştî daxuyaniyê dest bi çalakiya grevê kirin.