Li Kobaniyê 20 balafirên tirk ketin

KOBANÎ- Li Kobaniyê 20 nepoxên ku di şiklê balafiran de û li ser "Turkish Airlines" nivîsandî ketin.

20 nepox li noqteya belavkirina ceryanê ya li ser riya Helebê ya Kobaniyê ketin. Li ser nepoxên ku di şiklê balafiran de ne nivîsa "Turkish Airlines" nivîsandiye.

Ev nepox bûn sedema qutbûna ceryana bajêr û nayê zanîn ku bi kîan mebestê û ji kuderê hatine.