Rojnameger Guleş ji ber nûçeyên xwe hate girtin

XARPÊT - Rojnameger Mehmet Guleş ê dema nûçe dipoşand li Edliyeya Xarpêtê hat binçavkirin ji ber nûçeyên xwe yên ku heta niha şopandiye û çavkaniyên nûçeyan hate girtin.

Nûçegihan Mehmet Guleş ê ku di 5'ê kanûnê de dema li Edliyeya Xarpêtê nûçe dişopand di hinceta "der barê wî de biryara lêgerînê heye" hate binçavkirin sewqî dozgeriyê hat kirin. Guleş li emniyetê mafê xwe yê bêdengiyê bi kar anî û li dozgeriyê piştî ku îfade da bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin. Guleş ji ber nuçeyên ku çêkiriye û çavkaniyên nûçeyan hate girtin.

NÛÇEYÊN WÎ RÊZ KIRIN

Der barê Guleş de nûçeyên ku dema nûçegihanê DÎHA ya bi KHK'ê hate girtin çêkiriye, parvekirinên Facebookê û hevdîtinên ku li çavkaniyên nûçeyan re kiriye hincet hat nîşandan. Hin nûçeyên ku kirin sedema girtina Guleş ev in:

* Di Sibata 2015'an de li Amedê ji hevalên xwe yên çalakî şopandine pirsa li kû ne kiriye,

* Di Sibata 2015'an de ji ber ku daxuyaniya KJA'yê şopandiye.

* Di 11'ê Adara 2016'an de ji bo nûçeya Newrozê bi çavkaniyên xwe yên nûçeyan re têkîldarî nûçeye axiviye.

* Di 15'ê Adarê de ji ber ku têkîldarî kesên hatine binçavkirin hevdîtin pêk aniye û navên wan di telefonê de pirsiye.

* Di 15'ê Aderê de j têkîldarî welatiyekî ku jiyana xwe ji dest daye, merasîma cenaze dê kengî bê kirin di telefonê de pirsiye.

* Di 16'ê adara 2016'an de têkîldarî welatiyê bi navê Vedat Bîngol ê hatiye binçavkirin bi telefonê hevdîtin pêk aniye.

* Têkîldarî panelekî ji hevalekî xwe yê zanîngehê R.C. dîmen xwestiye.

* Di dîrokên cuda de tevli bernameyên televîzyonan bûye û têkîldarî qedexeya derketina derve ya Sîlopiyê agahî daye.

* Di 8'ê îlona 2015'an de bi bavê leşkerê bi navê Semîh Ozbey ê ku di riya Pilemûriyê de ji aliyê HPG'iyan ve hatiye ragirtin axiviye û notên ku di vî axaftinê de girtiyê.

'EZ ROJNEMEGER IM'

Rojnameger Guleş di doza xwe diyar kir ku wî derbarê sûc de li dozgeriyê îfadeya xwe daye, wê îfadeya xwe dubare dike û wiha got: "Ez sûcdariyan napejirînim. Ez rojnamegerim. Hemû karên min kirine karên rojnamegeriyên ne. Heta roja îro çima hatiye rawestandin. Dema ez hatim binçavkirin jî min karê rojnamegeriyê dikir. Ez hemû sûcdariyên tên kirin qabûl nakim."

'ROJNAMEGERÎ WEKÎ KARÊ QEDEXE TÊ NÎŞANDAN'

Parêzerê Guleş Alî Cemal Zulfîkar jî anî ziman ku muwekîlê wî xwendekarê Fakulteya Ragihandina yê beşê 4'emîne û wiha pêde çû: "Niha jî karê rojnamegeriyê dike. Hemû naveroka tapeyan axaftinên rojnamegeriyê ne. Dem ali edliyeyê nûçe dişopand ji aliyê polîsan ve ji bo îfadeyê bang lê kirine û ji sûcdariya 'endamê rêxistinê' û 'propagandaya rêxistinê' kiriye îfadeya wî hatiye girtin. Şopandina teknîkî heta meha Gulanê berdewam kiriyr. Ji meha Gulanê heta roja îro tu tiştek nehatiye kirin. Ji kesê ku di ragihandinê de wekî X derbas bûye diyare ka bi kêre hevdîtin kiriye. Lê bi vî awayî binavkirin, dibe sedama ku karên neqanûnî kiriye. Di nava dosyaya muwekîlê min de delîlekî ku sûcên niha tên gotin tune ye. Beriya niha muwekîlê min bi şopdariya teknîkî hatiye şopandin û 7 meh navber ji şopandinê re hatiye rawestandin. Ez dixwazin muwekîlê min bi serbest bê darizandin."

ROJNAMEGERÎ BÛ 'ENDAMTIYA RÊXISTINÊ'

Piştî parastinan dadgehê biryara xwe aşkera kir û wiha got: "Li ser sûcdariyan hatiye dîtin ku endamê rêxistinê ye, di vê çarçoveyê de facebook bikaraniye, dema parvekirinên wî tên lêkolînkirin, derbarê endamên PKK'ê û wêne û nivîsên rêxistinê parvekiriye. Her wiha li gorî madeya CMK'ê ya 135 di biryara guhdarkirinê de axaftinên di telefonan de derbarê rêxistinê de axiviye, li ser navê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê gelek nûçe çêkirine, di van nûçeyan de rêxistin parastiye, parvekirinên ku operasyonên hêzên dewletê xirap nîşan dide kiriye, ji ber van delîlan şopeya ku endamê rêxistinê ye xurt dike, her wiha ji ber sûcdariya endamê rêxistinê ye divê bê girtin."

Guleş ku derbarê wî de biryara girtinê hat dayîn şandin Girtîgeha Tîpa E a Elezîzê.