‘Mertala Firatê' zarokan dişîne şer!

HATAY - Rêxistina Sukur El Cebel ku di nav komên TSK'ê yên "Mertala Firatê" de cih digire, di hesabên xwe yên civaka medyayî de dîmenên zarokên ku temenên wan di navbera 10-15 salan de ne û li mizgeftê tên perwerdekirin parve kirin.

Di ser şerê ku li Sûriyeyê hîn jî didome de 6 sal derbas bûn. Di dema şer de heta niha bi sed hezaran sivîl jiyana xwe ji dest dane û bi milyonan jê jî ji cihê xwe bûne. Di dema şerê Sûriyeyê de rêxistinên wek DAIŞ, El Nusra (Tahrîr El Şam), Ehrar El Şam, Artêşa Sûriyeya Azad (OSO) di pevçûnan de tim û tim zarokan bi awayekî aktîf bi kar tîne û vana bi riya medyaya civakî jî parve dike. Nayê zanîn ku di pevçûnan de çend zarok mirine û her wiha dîsa nayê zanîn ku ka ev rêxistin çend zarok îstismar kirine û ber bi mirinê ve şandine.

ZAROKÊN DI NAV OSO'YÊ DE

Li Îdlîbê ku navenda perwerdehî û gihandina endamên rêxistinê yên El Nusra, Ehrar El Şam û OSO'yê ye, piştî Heleb ket bin kontrola rejîmê bû hedefa operasyonan. Li bajêr temenê şervanên zarok daketiya heta 10 salan û ji aliyê rêxistina Sukur El Cebel ku wek komeke OSO'yê tê zanîn û tifaqa wê bi El Nusrayê re heye vîdeoyeke zarokên ku temenên wan di navbera 10-15 salan de û li mizgeftê di warê çekdarî de tên perwerdekirin hat weşandin. Di dîmenên hatin weşandin de temenê zarokên ku ser çavên wan girtî di navebra 10-15 salan de dixuyê û di dîmenan de pesnê zarokan tê dayîn.

NAVENDA ZAROKÊN ŞERVAN: KAMPA ATMEYÊ

Her wiha hat diyarkirin ku li Kampa Atmeyê ku li ser sînorê Hatayê ye û girêdayî Îdlîbê ye ji bo şer zarok tên perwerdekirin. Di dîmenan de dixuyê ku li kampa ku li cem Qereqola Sînor a Bukulmezê ye zarok tên perwerdekirin û hat diyarkirin ku Qadiyê Atmeyê yê Tahrîr El Şamê (El Nusra) Abdûllah Muheysînî ji bo zarok şer bikin xebatan bi rê ve dibe.

ZAROK BÛN 'MUCAHIDÊ CIWAN'

Hat îdiakirin ku li Hatay û navçeya Reyhanliyê hin komeleyên ku fealiyetên alîkariyê bi rê ve dibin zarokên temenên wan 10-15 sal in dikin mîlîtan û çekan didin wan. Yek ji van komeleyan jî Şam Înfak Der e ku hema bêje li her derê Tirkiyeyê xebatan bi rê ve dibe. Heman komele di hesabê xwe yê fermî yê civaka medyayî de zarokên ku temenên wan di navbera 10-15 salan de û di warê çekdarî de hatine perwerdekirin wek "Mucahidên ciwan" bi nav dike.

ŞERVANÊN ZAROK DI NAV 'TEVGERA MERTALA FIRATÊ' DE NE

Tê îdiakirin ku zarokên ku li bajarên wek Îdlîbê tên perwerdekirin di nav tevgera "Mertala Firatê" de cih digirin û her wiha ajokarên TIR'ên ku malzemeyên înşeatê ji navçeya Karkamiş a Dîlokê ber bi Cerablûsê dibin jî vegotibûn ku di nav komên OSO'yê de zarokên ku di dest wan de çek hene cih digirin. Ajokarê TIR'ê Alî Înan di daxuyaniya xwe ya berê ya ku ji bo ajansa me dabû de wiha gotibû: "Di destê her kesî de çek hene. Zilam ji bo pere bîne malê keleşnîkofê dide destê zarokê 10-15 salî. Kesên temenên wan mezin jî û biçûk jî hene."

Berê jî di çapemeniyê de derketibû ku li qada bejahiyî ya li hêla Sûriyeyê dimîne ya navçeya Yayladagê ya Hatayê zarok di warê çekdarî de tên perwerdekirin û hatibû diyarkirin ku ev zarok li kuçeyên Cerablûs, El Bab, Îdlîb, Ezaz û Çobanbeyê ku di bin venêrîna OSO'yê de ne hatine dîtin.

Erdogan Alayumat / Ahmet Kanbal - dihaber