AYDIN - Qadên dîrokî û ekolojîk yên ku li Çiyayê Başparmak ku xwedî dîrokeke 8 hezar salî ne, pêşkêşî sermayedar û madenvanan kirin. Nûnerên EKODOST 3 sal berê ji bo herêm wekî Parka Neteweyî bê ilankirin serî li Wezareta Bajarvanî û Derdorê dan, lê hêj bersiv nehatiye dayîn.
Li navçeya Soke ya Aydinê qada ekolojîk û dîrokî ya li Çiyayê Beşparmakê ji aliyê sermayedar û madenvanan ve tê talankirin. Qada ji aliyê jeolojik û arkeolojik ve mîrateya dîrokê ye, peşkêşî madenvanan hatiye kirin û tê talankirin. Herêma ku gelek berhemên arkeolojik lê hatin dîtin û wekî çavkaniya dîrokê tê zanîn heta 8 hezar sal dirêjî nava dîrokê dibe. Herêma dîrokî, ekolojîk û mîrateya çandê li ser navê "Xebatên madenvaniyê" bê kontrol û bê pîvan pêşkêşî madenvanan hatiye kirin. Her roj sektorek nû ya madenvaniyê li vir dest bi kolandinê dike. Çiyayê Beşparmakê niha di bin gefa madenvanan de ye.
Rêveberên Komeleya Hezkirên Xwezayê û Parastina Ekosîstema Kuşadasi, (EKODOSD) Selçuk Înanç, bal kişand ser talankirina xwezayê û têkoşîna li dijî madenvanan.
JI BO PARKA NETEWEYÎ 40 HEZAR ÎMZE
Înanç, anî ziman ku ji bo li Çiyayê Başparmak ê berê navê wî Latmos bû, Parka Neteweyî bê îlankirin 40 hezar îmze kom kirin û radestî Wezareta Bajarvanî û Derdorê kirin û wiha got: "Çiyayê Beşparmak (Latmos) 8 hezar sal dîroka wî heye. Muzeya hewceya vekirî ye. Ji bo ev qad bibe Parka Neteweyî me îmze kom kirin û dan wezaretê. Divê ev çiya ji aliyê UNESCO ve bê parastin. Lê li şûna ev çiya bibe Parka Neteweyî di bin gefên madenvanan de ye. Ji bo ev çiya bê parastin em di nava tekoşînê de ne. Lê dîsa ji ber çavkaniya Cama Feldspatê heye, madenvan li vir cirînan didin xwe. Mixabin hemû dera çiyê kul kirine û xwezaya vir di bin gefa madenvanan de ye. Me serî li Wezareta Bajarvani û Derdorê da. Rapor hatin amadekirin. Lê 3 sal derbas bûn hêj bersîvek nehatiye dayîn.
AX Û XWEZAYA ME TALAN DIBE
Înanç, anî ziman ku ji bo çavkaniyên enerjiyê axa wan û xwezaya wan talan dibe û wezaret li hemberî vê yekê bêdeng e. Înan anî ziman ku ji bo axa xwe biparêzin û Qada Çiyê bibe Parka Neteweyî dê tekoşîna xwe berdewam bikin.