AMED - Prof. Dr. Beyza Ustun der barê rûxandina Sûrê de axivî û ji bo piştevaniyê bang li her kesî kir. Ustun wiha got: "Heke em li cem gelê Sûrê bin, ne ji dûra ve heke em bên vir û li cem wan bin, em ê wek ciwanên ku di sala 2013'an de nehiştin hîn bêtir daristan bên jêkirin gelê vir biparêzin."
Alîgira Hevserokatiya Giştî ya Berpirsa Ekolojiyê ya HDP'ê Prof. Dr. Beyza Ustun, balê kişand ser polîtîkayên "vegeuherîna bajêr" û HES'an. Ustun, got ku ev polîtîka bi biryarên ku berê hatine wergirtin bi awayekî plankirî tên sepandin.
ÎKTÎDAR HEWL DIDE HEBÛNA XWE BIDOMÎNE
Ustun balê kişand ser biryarên "veguherandina bajêr" yên li bajarên herêmê û wiha got: "Em dikarin vê yekê ji du hêlan ve binirxînin. Ya yekemîn, kesên vê erdnîgariyê bi rê ve dibin, hewl didin ku hebûna serweriya xwe bidomînin. Ji bo çi vê hewldanê bi veguherîna bajêr dike an jî jiyana li bajêr dewrî şîrketan dike? Ev jî ew e ku şîrket dixwazin hinekî ji nav wê krîza kapîtalîzmê derkevin. Çimkî qadên nirxandina sermayeyê zaf sînorkirî ne. Êdî vegeriyan bajaran."
‘LI ROJAVA ŞÎRKET LI HERÊMÊ JÎ ŞER KET DEWRÊ'
Ustun, bi bîr xist ku li bajarên rojavayê di bin navê veguherîna bajêr de gel ji cihên xwe tên kirin û wiha axivî: "Lê dema em li tevahiyê dinihêrin, li herêma Kurdistanê têkoşîna azadiyê ya gelê kurd heye ku bi salane didome. Li hemberî vê dewlet dixwaze hebûna xwe bihêztir bike. Ya duyemîn jî, dema em li tevahiya pêvajoyê dinihêrin faşîzm kûrtir dibe. Tenê ne bandorên encamên krîza kapîtalîzmê ne, amûrên wê jî bi faşîzmê şidetir dibin. Yanî li rojava vê yekê bi amûrên rûxandinê yên şîrketan an jî bi neferên rêveberiyên herêmî dike, lê li herêma Kurdistanê jî em dibînin ku yekser amûrên şer ketine dewrê."
‘PLAN BERÊ HATIYE ÇÊKIRIN'
Ustun, dest nîşan kir ku biryara rûxandina bajarên li herêmê berê hatiye dayîn û wiha domand: "Ber ku bi amûrên şer têkevin Sûrê bi gelekî ev hatibû plankirin. Li vir di sala 2012'an de xwestin planekê têxin dewrê. Lê belê li hemberî vê yekê gel li ber xwe da. Di destpêka sala 2013'an de ketin baxçeyên Hewselê û gelek dar jêkirin, lê xwendekarên zanîngehê li dijî vê li ber xwe dan û nehiştin bi pêş ve biçin. Xwestin ekosîstema daristanekê tune bikin, lê ciwanan ev yek rawestand. Niha em bên sala 2015'an, vê demê de dawî li pêvajoya çareseriyê anîn. Ev hemû girêdayî hevdu ne. Bi awayekî plankirî didome. Dema em di 7'ê Hezîrana 2015'an de hebûna HDP'ê û hevdîtina Enqereyê ya rêxistinên kedê jî lê zêde bikin, dewlet êdî li hemberî vê hevdîtin û têkoşîna azadiyê hew îdare kir."
Ustun, bi bîr xist ku paşê bi tank û topan ketin Sûrê û wiha got: "Ji xwe amûrên şer, tank û tifing nav Sûrê, raçîngên dîrokî, gelê li wir hin jê kuşt hin jê jî bi zorê koçber kir. Hemû avahî serobino kirin."
‘HEKE GEL BIHATANA CEM HEV DÊ HALÊ SÛRÊ NE EV BÛNA'
Ustun wiha domand: “Hem dikuje, hem êrîş dike, hem wan ji jiyana wan dûr dixîne, hem jî deyndar dike. Yanî dê vegerîne jiyanê! Yanî di nav xafiliyeke wisa de ne. Sedema ku li van deran bi ser ketin ew e ku, gelên li vir li cem hev nesekinî û dereng ma. Heke gel dereng nemanan, yanî wek Komkujiya Enqereyê, yên beriya wê bihatanan gel hev an jî wek ciwanên ku hatin Pirsûsê bihatanan gel hev dê halê Sûrê ne ev hal bûna."
‘RÛXANDINÊ BI AMÛRÊN ŞERÎ DIKIN'
Ustun, dest nîşan kir ku tê xwestin ku herêmê dubare bikin qada nirxandinê ya sermayeyê û wiha got: "Vê yekê bi amûrê şerî dikin. OHAL îlan kir. Bi KHK'yan qedexe anîn. Qedexeyên derketina kolanan îlan kirin. Yên ku îtiraz kirin bi KHK'yan avêtin. Çapemeniya ku ev tişt nîşan didan girtin. Yanî em dereng man. Yên bihîstin û dîtin jî dereng man. Faşîzm efû nake, heke li qadekê derengmayîn hebe xwe noqî wir dike. Hem me ji hev vediqetîne, hem jî riya xwe didomîne. Krîzên kapîtalîzmê jî dide pêyî xwe û daneheviyên xwe yên sermayeyê didomîne. Ev ne çerxeke bêdawî ye. Hêzeke cidî heye ku vê yekê rawestîne. Jixwe vê hêzê baş nas dikin. Li vê erdnîgariyê hem gelê kurd ji bo azadiyê têdikoşe, hem jî hemû gelên din."
Ustun wiha domand: "Sûr xwedî raçîngeke dîrokî ya hêzdar e. Gelê kurd jî li vê derê rêxistinkirî ye. Hîn jî dema hûn dikevin cihên nerûxandî hûn vê piştevaniyê dibînin. Hûn li van deran parvekirinên komunî baş dibînin. Tenê pirsgirêkek heye. Dema nav Sûrê hat rûxandin diviya em hemû li wir bûnan. Niha çeper tê berfirehkirin. Ber bi taxên din ve diçe. Hûn li bajêr rûxandineke perçe bi perçe dibînin. Yanî wîsa difikire 'ketina min a wir dê hêsantir be'. Lê hîn jî li wir gelekî ku dibêje 'Ez ê dev ji taxa xwe, mala xwe bernedim' heye. Ya ku dikeve ser milê me ew e ku em piştevaniya wî gelî bikin. Dîrokek wir, çandeke wir, jiyaneke wir heye. Hemû kesên ji Amedê a rast ji Sûrê ne.
Komkujî û rûxandinên li vir tê wateya tunekirina azadiyên me hemûyan. Ji ber vê banga piştevaniyê li her kesî dikim. Banga hemû partiyên siyasî, rêxistin û têkoşînên kedê yên di nav Platforma Ji Rûxandina Sûrê Re Na cih digirin jî ev e. Heke em li cem gelê Sûrê bin, ne ji dûra ve heke em bên vir û li cem wan bin, em ê wek ciwanên ku di sala 2013'an de nehiştin hîn bêtir daristan bên jêkirin gelê vir biparêzin. Em dikarin piştevaniya wan xurtir bikin."