ŞENGAL – Piştî rizgarkirina Şengalê civaka êzidî dest bi perwerdehiya zimanê zikmakî kirin. Yek ji mamosteyên perwerdehiyê Xelef Sîncara wiha got: “Me jî xwest em zarokên xwe bi fikir, çand, zimanê zikmakî û sinca êzîdiyatiyê perwerde bikin.”
Komên DAIŞ’ê yên hov di 3’ê tebaxa 2014’an de êrîşî Şengal û herema derdorê kiribûn û gelek dever dagir kiribiûn. Ev êrîşa DAIŞ’ê wek fermana 74’emîn a êzîdiyan derbasî dîrokê bû. Piştî rizgarkirina Şengalê niha jî tovên pergalek nû hatiye çandin û pergalek nû ava dibe. Civaka êzidî ku bi hesreta jiyana azad dijî, ji bo zarokan saziyên perwerdehiyê ava kirin û dê di dîrokê de yekemîn car zarokên êzidî bi zimanê dayikê perwerdehî bibînin.
Êzidiyan di sala 2015’an de Saziya Ziman û Perwerde ya Êzidiyên Şengalê ava kir û her roj bi pêşketinên mezin ev perwerdehî tê dayîn. Li 10 dibistanên cuda 32 mamoste kar dikin û nêzî 500 xwendekar jî li vir tên perwerdekirin. Yek ji mamosteyên dibistanê Xelef Sîncara derbarê pergala perwerdehiya ku ava kirine de ji dîhaberê re axivî.
‘EM Ê ZAROKAN JI DERÛNIYA ŞER XELAS BIKIN’
Sîncara destnîşan kir ku armanca wan yekemîn bi vê perwerdehiyê ew e ku zarokan ji bin derûniya şer rizgar bikin û wiha got: “Em dixwazin derûniya zarokên xwe ji fermanê xelas bikin. Zarok ji ber dengê şer nexweş ketibûn. Herî zêde bandora şer li ser zarokan kir. Em dixwazin derûniya wan arasteyî perwerdehiyê bikin. Tu demê zarokên êzidî bi zimanê dayika xwe perwerde nebûne. Hemû desthilatdaran zarokên me li gorî xwe perwerde kirin. Lê êdî em ê zarokên xwe bi fikir, çand û sinca êzidatiyê û zimanê zikmakî perwerde bikin.”
‘MAMOSTE MISILMAN BÛN XWENDEKAR ÊZIDÎ BÛN’
Sîncara da zanîn ku beriya fermanê desthilatdaran pergala perwerdehiyek ji çand û ola êzidatiyê dûr ferz dikirin û bi vê perwerde jî êzidiyan ji çand û baweriya wan dûr dihatin xistin. Sîncara anî ziman ku beriya qetliyama Şengalê hemû mamoste ji derve dianîn Şengalê û wiha domand: “Mamoste misilman bûn lê civak êzidî bû. Divê ku mamoste ji wê civakê bin. Ew mamsoteyên ders bidin zarokên wê civakê pêwîste ew mamoste bi çand, sinc û zimanê wê civakê dizanibin.”
BANG LI GELÊ KURD KIR
Sîncara diyar kir ku êdî mamoste û xwendekar jî ji heman civakê ne û got ew zarokên xwe bi fikir û ramanên azad perwerde dikin û ev yek kêfxweşiyê dide civaka êzidî. Sîncara got ku li dibistanên wan ji 32 mamosteyan 7 ji wan jin in û bi pergala xwe ya nû dawî li cudakariya di navbera zilam û jinê de anîne. Sîncara bang li hemû gelê kurd û ciwanên êzidî kir û xwest ku xwedî li pergala perwerdehiyê ya civaka êzidî derbikevin û fermanan rawestînin.
Selamî Aslan - dîhaber