Jinên karker: Di bêhnvedanê de nahêlin bêhna xwe bidin

BALIKESÎR - Jinên ku li Deşta Edremîtê li nav erdan dixebitin, tim bi çewisandinên çawîş an jî xwediyên erdan re rû bi rû dimînin. Jinan got ku, ew ê li hemberî vê sefaleta ku mehkûmî wê hatine kirin tim bitêkoşin.

Li Deşta Edremîtê jinên karker ku sibehê zû di remoqên motoran de ber bi erdan ve diçin, di şertên zor û zehmet de dixebitin. Jinan anî ziman ku ewlehiya wan a civakî tune ye û bi heqdesteke kêm nêzî 15 saetan dixebitin. Jinên karker behsa şert û mercên xebatê û jiyana xwe kirin.

Jinan diyar kir ku ew hew roj li qada navçeya Bûrhaniyeyê li remoqên motoran siwar dibin û ber bi erdê ku ew ê li nav bixebitin diçin.

MEHKÛMÎ SEFALETÊ DIKIN

Fîrdevs Kaya diyar kir ku ew nêzî 50 jinên karker in û çawîşê wan ew dibe kar. Kaya got ku, karker dixebitin lê belê çawîş qezenc dikin. Kaya, anî ziman ku ew di xaniyê bikirê de ye û tu dahateke wê tune ye û wiha axivî: "Ji bo em gepek nan ji zarokên xwe re bibin vî karî dikin. Hevjînê min teqawîd nebûye, ew jî wek min hemaliyê dike. Xwedê alîkariya me bike ka em bêjin çi." Kaya, da zanîn ku temamiya karkeran di xaniyê bi kirê de dimînin û wiha got: "Em dikarin di havîngehên dewlemendan de xizmetkariyê jî bikin, lê em nakin. Me mehkûmî sefaletê kirine."

TEVÎ ZAROKA XWE YA 5 SALÎ LI NAV ERD E

Latîfe Taşan ku zaroka xwe ya 5 salî jî aniye nav erd anî ziman ku, kes tune ye ku ew zaroka xwe deyne cem wê û wiha axivî: "Zarok jî tevî min sefîl dibe. Her tiştî bîr dibim, lê ka çi bikim em mehkûm in. Hevjînê min li cihê kar qeza kir, niha di nav nivînan de ye. Sîgortaya me tune ye. Pere lazim e, xanî bikirê ye, zarok biçûk e û kes alîkariyê nake. Em zebze û fêkiyên herî baş berhev dikin lê belê xwarina ku ji me re tê nayê xwarin. Di molayê de dema em çaya duyemîn dadigirin çawîş an jî patron tu hizûrê ji me re nahêle."

DI 75 SALIYA XWE DE LI NAV ERD E

Ayşe Okdemîr (75) diyar kir ku ji ber extiyariyê hevjînê wê di nav nivînan de ye û nikare bixebite. Okdemîr, anî ziman ku ew mecbûr e ku li hevjînê xwe û zarokên xwe binere û wiha got: "Du zarokên min hebûn. Yek nexweş ket, lê ji ber xizaniyê me nikaribû wî xelas bike. Di zarokatiya xwe de mir. Yê din jî betal e. Dema kar hebe dixebite, tune be jî li malê rûdinê. Ya ku rewayî me hatiye dîtin sefalet e, xizanî ye. Her kes dizane ka em di çi halî de ne, lê kes deng ji xwe dernaxe. Em mecbûr in ku bixebitin."