STENBOL - "Meşa Edaletê" di roja 15'an de li navçeya Gumuşova ya Duzceyê berdewam dike. Tê payîn ku meşvan îro xwe bigihînin Hendekê. Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu diyar kir ku kesên dengê "Erê" bi kar anîne jî piştgiriyê didin meşê.
"Meşa Edalet" a li Enqereyê dest pê kir û ber bi Stenbolê ve diçe, her roja ku nêzê Stenbolê dibe, beşdarvanên meşê jî zêde dibe. Meşvanan di saetên sibehê de li navçeya Gumuşovayê ya Duzceyê bi axaftina Serokê Giştî yê CHP'ê Kiliçdaroglu dest pê kir.
'EDALET JI HER KESÎ RE LAZIM E'
Kiliçdaroglu got ku ew hêvî dikin ku di dema hatiye diyarkirin de li Stenbolê bin û wiha axivî: "Dibe ku îro hewa gelekî germ be, em dê hinekî baldar bin. Germ dibe û sar dibe, çi dibe bila bibe, em dê meşa xwe dewam bikin. Edalet li her derî lazim e, ji welatê me re jî lazim e. Piştgiriya ji bo meşa me zêde dibe. Kesên dengê 'Erê' dan jî tên. Dîsa êşên mezin çê dibin. Leşkerên me şehîd dikevin. Me berê got ku bi rastî em dixwazin terorê bi biqedînin. Çi bikeve ser milê me em amade ne. Hûn êdî kesên dengê 'erê' dane jî dixapînin. Vana bifikirin. Derdekî van ê terorê biqedînin tune."
Tê gotin ku dê îro meşvan xwe bigihînin navçeya Hendekê ya Sakaryayê.